BERLÎN – Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikûmeta Iraq û PDK’ê de li ser Şengalê hatî îmzekirin, bi çalakiyekê li Berlînê hate protestokirin.
TCŞ’ê jî piştgirî da çalakiya ku bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst hatî lidarxistin.
Di çalakiya seatên nîvro destpê kirî de, bal kişandin li ser şêweyê rêvebirina Şengalê û bi belavokan teqezî bi “demokrasî, antîfaşîzm, ekolojî û azadiya jin” kirin û li kesên di trenan de parve kirin.
Çalakiya ciwanan a ku belavokên derbarê Şangalê hatî xwendin, rastî eleqeyek mezin a ciwanan hat.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst diyar kirin ku wê xwedî derketina xwe ya li Şengalê dom bikin.