NAVENDA NÛÇEYAN – Terorîst, di zimanê Erebî de (El îrhab ) tê gotin, yanî tirsandin. Yan jî tirsinokî. Terorîstan hinek armancên kesokî û berjewendiyên taybet yên xwe hene. ew armanc yan berjewendî ji kîsê hinek kes û xelkê bê tawan bi dest ve tê. Piraniya karên tîrorî bi xafletî tên encam dan, li hember kesên sivîl. Ango kes yan grobê terorîst ji nişkavan dirbê xwe didane. Karên terorî zêdetir jibo revandina xelkê tê gotin yan jî kuştina ji nişkavan yan jî gelek carî grubê terorîst gelê bê desthilat dikin rehîne û karta givaştinê li hember hêza yasayî û şerî. Heke em li ser pîvanên tirsandinê bisekinin û bi hûrgilî bixwînin grubê terorîst eşkere ye. Her mîna roja ronahî. Merc nîne grubek yan kesek bi tenê terorîst be hinek caran dewlet jî dibe terorîst. di niha de eger li dewleta tirk û desthilatdarên PDK binêrin û bêxin jêr yasaya karên tîrorî an go tirsandinê yê jibo me kifş bibe ka kî terorist e. Serdeşt Osman rojnamevan û xwandekarê zanîngehê li roja nîvro li zanîngehê li ber çavên xwandekaran hat revandin û termê wî li Musil hat dîtin, erê çawa di nava herema zanîngehê û wan hemû xwandekaran û zêrevanên zanîngehê û gelek bazgehên dewletî hatiye derbaz kirin û hatiye tîror kirin eger aliyê desthilatê li pişta wê nebe? eger Serdeşt Osman tawanbar be çima bi rêya dadgehê û yasayê sizayê xwe ne distand? çima ji nişkava û bi rêya kesên nenas hate revandin û tîror kirin. Wedat Husên jî bi heman rê û rêbazê hat tîror kirin. Zêdetirî 20 kesan di qonaxên derbaz buyî de bêhtirî mehekê ye hatine girtin û revandin ( Eyaz Kerem, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa û Şêrwan Şêrwanî… hwd ) bi otombêlên taybet û bi rêya kesên nenas hatine revandin, ev rêzdarên hatine revandin xelkê sivîl yê vî bajarîne, çima girtina wan bi biryara dadwerî û otombêlên berniyasên hukumî û polîs û hêzên ewlehî nedibu? çima ciyê wan nedihate eşkere kirin û dadgeheke eşkere li ser tawaneke diyar kirî nedihatin dadgeh kirin. bi rengekê tirsonekî û ser u çavên girtî di hilkişyane ser malên wan û malbat û kes û karên wan jî hatin tirsandin. gelek carî desthilatdarên herêmê û alîgirên xwe Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi terorîst didin diyar kirin. eve di demekî daye PKK xwedî rêbazeke eşkere û diyare û daxwazên wan jî eşkerene. erê kê belgeyek heye di van salên dûr û dirêj de ku gerîlayên Kurdistanê welatyekê sivîl bi veşartî tîror kiribe yan jî revandibe bê ku agahiya xwe li ser girtina wî diyarkiribe. erê heya niha kê guhlê buye carekî gerîlayên PKKê ji nişkava hêrişî ser hinek welatiyên sivîl kiribe û tîror kiribin. heta niha hejmareke zêde ya welatiyên sivîl ji aliyê firokeyên dewleta tirk ve hatine şehîd kirin û ji nişkava bê ku hatibin agahdar kirin. dewleta tirk li ser tirsandin û revandin û kuştina Kurdan hatiye damezrandin û heta niha jî dewam dike. erê niha kî terorîste? desthilata herêmê û dewleta tirk yan jî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)?
Hevseroka KCDK ya Suid’ê
Nadiya Gelo