BEHDÎNAN – Dorşîn Şîmal behsa Komutanê mezin yê Dersîmê Şehit Yilmaz Dersim kir.
Şîmal wiha got:
“Min hevalê Yilmaz 2011’an de naskir. Em derbasê Dersîmê bûn wê demê de heval Yilmaz Geliyê Avanosê dima. Em jî derbasê Avanosê bûn. Wê demê li gel wê hevalê mayin hestekî cuda mirov dide hîskirin. Ji ber ku şer henekî zêde bû. Em demekî bi hevre man. Du re heval derbasê cepheya rojava bûn. Piştê heval çun herêma me de dijmin operasyoneke mezin pêk anî. Ji bo destek bide me tîmek heval ve çember derbas kir û xwe gihande me. Wê demê zivirîna heval Yilmaz rastî jî moralekî xurt me de avakirîbû.
Me wê demê zivistan heman kampê de derbas kir. Heval ji bo Başur gazî hevalê Yilmaz kirîbûn. Lê heval Yilmaz nedixwest Dersîmê bihêle û biçe. eger mirov bixwaze heval Yilmaz nas bike divê mirov Dersîmê nas bike. Ji ber ku heval Yılmaz Dersîm bi xwe ye.
Heval Yilmaz maneviyata Dersîmê xwe de dihewand. Mirov dikare bêje heval Yilmaz tolhildana dîrokî ya Dersîmê bi êş bû. Wek neviyê Seyît Riza jî mirov dikare pênase bike. Wê demê xewatên kampê de binerd de hestiyên Dersîmiyan derdiketin. Heval Yilmaz şeklekî pir bi bandor dîroka Dersîmê ji me re parvedikir. Me de hestên tolhildanê xurt dikir.
Bi heyecan û coşeke mezin tê de hebû. Ji vê aliyê de rihê komutan Egîd xwe de dihewand. Xwediyê rihekî azad bû.
Însan zêdetir Dersîmê hîs bike dikare heval Yilmaz hîs bike. Dersim Ş Atakan e Ş Yilmaz e Ş Jîndar e. Tiştekî ku herî zêde mirov dida bandorkirin yek jî kevn nû bê ferq her heval û fikrên wan esas digirt. Komutanekî ku hemû erkên partiyê pêk dihanî bû. Tişta ku dikeve li ser milê me şopa wî de meşandin e.