NAVENDA NÛÇEYAN – Êrişên KDP’ê li dijî Heremên Parastina Gel berdewam dikin. Hêzên bi navê Leşkerê Gulan ên ku di bin denetima Mesrur Berzanî de ye gelek sevkiyat li ser Garê û Metînayê kir. KDP li Garê de taybet gundên Deşta Nehlê û nahiya Çemankayê de hêzên xwe bi cih kirine. Rixmê ewqas bangawaziyên diyalogê ê komutanên gerila ji KDP dev provakasyonên xwe bernedan. Û li wê derê xwestin êrişê qadên gerila bikin.
Du re KDP’ê êrişên xwe li ser Metinayê da berdewamkirin. Begova, Brifka, Batufa û Bankayê de KDP’ê xwest seytereyan ava bike û gerila dorpêç bike. Herî dawî Qendîlê di navbera Heci Ûmran û Çomanê de hêzê xwe bi cih kir. Vê jî dixwaze bi rêya çapemeniyê ve bide kirin.
KDP li van êrişên xwe ve sînordar namîne û niha jî dixwaze şerê taybet bide meşandin. Muhimatên ku leşkerî yên erazî de tên dîtin dixwaze bixe hustiyê PKK’ê. Taybet televizyona K24’ê xwest herêmê de ve tiştê bike lê gel bertek nişan dan. Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku ev nûçe bi şeklekî organîze tên çêkirin.