NAVENDA NÛÇEYAN –
Şer, peyveke kû berdewam dikeve rojeva me û bira me. Hin kes bi pîrozî li vê peyvê meyze dikin, hin kes jî bi lahnetî li vê peyvê temaşedikin. Ji ber kû şer ji hin kesanre azadî, ji hin kesanrejî koletî tîne. Ji hin kesanre serdestî ji hin kesanrejî bindestî tîne. Ji hinkesanre wateya hebûnêye, ji hîn kesanre wateya tûnebûyînêye. Di virde meyzekerina herkesî ji şer re li gor cihê kû lê digre wateye xwe peyda dike. Kî li kîjan aliyîbe, ew wateyekê dide şer.
Di dirokêde şerên destpêkê di navbera jin û zilamde çêbûye. Ji ber zilam ji bona kû dest deyne ser berhemê dayîkê, li hember jinê şer kiriye. Em vî şerî dikarin wek şerê bi armanca serdestdariyê li hember jinê bigrin dest. Ev yek bi xwer peyva şîddetêjî tîne. Yanî bi rêya şîddetê destdeserkina berhemê dayîkê û li ser wî berhemî serdestdariya xwe îlankirin çêdibe. Di virde yê kû bi armanca serdestdariyê şer dike heye. Lê belê bê guman li hemberî vê şerê dayîkê, şerê jinê yê kû bi armanca rizgarkirina berhemê xwe û bi armanca parastina hebûna xwe tê kirin jî heye. Li vir pîvanê şer derdikeve holê. Şer ji bo çe tê kirin. ji bo serdestdariyê an ji bo xwe parastinê. Heger ji bo serdestdariyê be, bê gûman ev, şer û lahnetiyê tîne gel hev. Lê dema ji bo rizgarkirin û azadiyê be, ji bo parastina xwe be, wê demê şer pîroze. Ji ber parastina hebûnê tiştekî kû nebe nabeye. Ji bona kû behsa hebûnê bê kirin pêwîste parastin jî hebe. Tiştekî parastina wî nebe, mirov nikare behsa hebûna wî jî bike. Ji ber kû her tişt dijberê xwe heye, anjî şertên dijbertiyê hene kû heger li hember wan şertan parastin nebe, wê hebûn jî nemîne. Mînak heger li hem ber sermayê zindî ne xwedî teybetmendiyê xweparastina ji sermayê bin, ew zindî wê tûne bibin. Heger li hember germahiyê zindî ne xwedî teybetmendiyê xwe ji germahiyê xweparastin bin, ew zindî wê tûne bibin. Şerê kû di nav xwezayêde tê kirin, tewazina xwezayê çêdike. Em dikarin bêjin kû ev bi xwere hebûnê berdewam dike. Di virde serdestdarî tûneye. Ev şerên xwezayîne. Lê şerên ne xwezayî yên kû bi armanca serdestdariyê, desthillatdariyê tên kirin ji hene kû ev derveyî xwezayêne. Li hember şerên ne xwezayî, kû bi armanca tûnekirinê tên kirin, şerkirin xwezayîye. Hetta em dikarin bêjin kû şertê hebûnê ye. Yê kû li hember şerê serdestdarîyê şer neke, ew tûne dibe û hebûna xwe namîne. Tûnebûn ji vir destpêdike. Yanî li hember şerê serdestdarî şer nekirin destpêdike.
Em vegerin şerê kû di nav mirovande çêdibin. Wek me di jorde behs kir şerê destpêkê di navbera jin û zilamde çêbuye. Ya rast pêwîste em bêjin şerê zilamê li hember jinê destpêkiriye. Di vî şerîde armanc tenê serdestdariya cinsekî nîne. Ew êrîşa kû destpêkê hat kirin, di heman demêde çanda desteserkirinê jî bi xwere anî. Vê yekê bi xwere feraseta dagirkeriyê anî. Dîsan vê yekî bi xwere hêzên kû ji bona desthilatdariya xwe her mezin bikin û serdestdariya xwe berfireh bikin, qirkirina civakê û komkujî anî. Hetta nîjadkujî bi xwere anî. Ev feraseta serdestdarî, desthilatdarî û cinsiyetgerayî wek nexweşiyek e penceşêrê heta roja me ya îro berdewam kir û berdewam bi xwere talan, qirkirin, tunekirin, dagirkirin, metîngerîyê tîne.
Ji şerê kû di navbera zilam û jînê de destpêkir, bi berdewamiya dîrokêre, bû wek şerê “gelên serdest” û “gelên bindest”. Hin kesan bi navên gelan welat dagirkirin û xwe wek gelên azad pênasekirin. Gelên kû di wan şerande binketin jî xwe wek gelê kole, wek gelê bindest pênasekirin. Di virde peyva azadiyê û koletiyê jî mijara nîqaşêye. Ji ber kû kesekî kû yekî din ji xwere bixe kole, ew nayê wê wateyê kû ew azad e. Ji ber feraseta kolekirina mirovan ne ferasetek xwezayî ya mirovane. Feraseta kolekirinê, bi xwe jî kolebûyîne. Koleyekî serdest û koleyekî bindest, herdu jî kolene. Di encamêde heger feraseta serdestdariyê di parêze ew dibe kole. Di xwezayîya mirovde, di mirovê azad de cihê feraseta serdestdariyê û desthilatdariyê nîne. Yê kû hatiye bindestkirin jî heger wê jiyanê ji xwere qebûl dike, ew jî dibe kole. Ji ber di xwezayîya mirovde bindestbûyîn jî nîne. Qebûlkirina bindestbûyînê, xwe înkarkirine, nebûyîna xwe qebulkirine. Ev ne xwezayîne. Ji berkû tiştekî kû hebe, em nikarin bêjin kû nîne. Tişta çewt ewe kû yê kû heye û xwe tûne di hesibîne ye. Wê demê em dikarin bêjin kû ew ji xwezayîya xwe derketiye.
BERDEWAMA NİVÎSÊ YÊ SİBÊ WERE PARVEKİRİN….