BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku çalakiyên li Heftanînê li dijî dagirkeran hate kirin bi serketî pêk hatine.
HPG’ê gahiyên li ser çalakiyê parve kir û ev agahî da:
“Hêzên Parastinê yên Hewayî ya Şehîd Delal Amed 17’ê Kanûnê saet 10:00 û 13:00’an li dijî dagirkerên li Girê Koordîne ya devera Bektorya ya Herêma Heftanînê bicih bûne bi amûrên hewayî çalakiyek kirin. Di herdu çalakiyan de hedef bi serketî hatine lêdan û çalakî serketî pêk hatiye.
ÊRÎŞÊN ESMANÎ
Êrîşên artêşa Tirk a dagiker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Di vê çarçoveyê de;
18’ê Kanûnê saet 13:15’ê balafirên şer bobe li devera Werxelê ya Herêma Zapê barandin.
18’ê Kanûnê saet 13:30’î balafirên şer derdorî Ava Lolan a Herêma Xakûrkê bombe kiriye.
18’ê Kanûnê saet 16:00’an devera Mervanos a Herêma Avaşîn û heman rojê saet 16:30-17:00’an Geliyê Avaşîn a Herêma Avaşîn bombe kirin.”