14-24’ê Tîrmehê 2007:
Konferansa 4’emîn a Weşan-Çapemeniyê li Xinêrê hate kirin. Xebat, rêxistinbûna giştî û pirsgrêkên kadro hatin nîqaşkirin. Xeta weşana şoreşgerî hate zelalkirin.
22’yê Tîrmehê 2007:
Li Tirkiyeyê hilbjartina giştî ya pêşwext hate kirin. Siyaseta demokratîk bi endamên serbixwe kete hilbijartinê û li meclîsê mafê kom avakirinê bi dest xist. Ev ji bo siyaseta demokratîk serkeftineke girîng bû. Di nava Rêveberiya Dewleta TC’yê de li ser hilbijartina Serok komariyê nakokiyeke zêde hebû. Meha Gulanê Serokwezîr Tayîp Erdoxan û Serokê Erkana Giştî Yaşar Bûyûkanit li Dolmabahçeyê li hev kirin. Li ser vê bingehê bi amadekirina meclîseke nû, serokomar û hikûmeteke nû TC xwe ji şereke mezin re amade kir.
9-19’ê Tebaxê 2007:
Kongreya 2’yemîn a Ciwanan bi tevlêbûnê derdorê 80 delegeyan li Xinêrê hate kirin. Li Kongreyê di nava ciwanan de pêşengtiya partiyê û pirsgrêkên xwe rêxistinkirina Komalên Ciwan hatin niqaş kirin û biryarên pêwîst hatin girtin.
10-20’ê Tebaxê 2007:
Konferansa 3’yêmîn a Çand-Hunerê li Xinêrê hate kirin. Li qada hunerê pirsgirêkên xeta bîrdozî hatin nîqaş kirin, li ser pêşxistina kar û xebatan biryarên girîng hatin girtin.
20’ê Cotmehê 2007:
Ji hêla gerilayên HPG’ê ve li dijî Qereqola Oramar ya artêşa TC’yê çalakiyeke berfireh a serdegirtinê çêbû. Hem hejmarek zêde leşker hatin kuştin, hem jî ji hêla gerîla ve 8 leşker jî dîl hatin girtin. Dîsa gerîla 11’ê Cotmehê li Gabarê yekîneya artêşa Dewleta Tirk a derketibû operasyonê xist, TC windahiyên giran dan. Van çalakiyan derbeyên pir cidî li amadekariyên şer ên TC’yê xistin.
4-16’ê Kanûnê 2007:
Artêşa TC’yê li dijî Biryargeha Gabar a HPG´ê 4’ê Kanûnê êrîş kir. Endamên fermandariya Gabarê Rêheval Adil (Ramazan Aybî) û Gûlbahar (Selma Kaya) şehîd ketin. Vê bûyerê, îtîfaqa şer a DYA-AKP ku bi hevdîtina Bush-Erdoxan li dijî Tevgera Azadiyê hatibû avakirin da dest pê kirin. Êrîşên heyî şeva 16’ê Kanûnê jî li dijî Qadên Parastina Medya bi êrîşên hewayî berdewam kirin. Bi vî awayî li dijî PKK´ê li ser qadên ku ji hêla hiquqî ve li ser axa Iraqê hesab in, şerê hevpar ê îtifaqa DYA-AKP dest pê kir.
20-28’ê Sibatê 2008:
Piştî 16’ê Kanûnê şûn ve artêşa TC’yê ku li dijî Qadên Parastina Medyayê her dem êrîşên hewayî pêşxist ji bo perçiqandina Biryargeha Navendî ya HPG´ê li qada Zapê operasyoneke hewayî û bejahî kir. Li Başûr gel û PDK destûra tevgera tankan neda. Yekîneyên veşartî yên ji aliyê Bakur ve ketibûn hundir dema hatin ferqkirin û derbe xwarin operasyon nekarî pêş bikeve. Pişt re beramberê êrîşên gerîla yên bi plan artêşa TC’yê derbên giran xwarin û mecbûr ma xwe paşve bikêşe. Ev derbe, li dijî artêşa TC’yê bingehê operasyona AKP-DYA çêkir. Vesayeta artêşê ya ser siyasetê şikest. Bi vî awayî Rêveberiya DYA’yê Erkana Giştî ya Tirk anî ser xeta xwe. Ancax bi van êrîşên nekarîn derbe li PKK´ê bixin, ji ber vê îtîfaqa TC-Iraq-Kurd ya dihate pêşbînîkirin pêş neket.
1’ê Nîsanê 2008:
Endama Komîteya Ji Nû ve Înşaya PKK´ê Nûda Karker (Nazan Bayram) bi endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Ferhat Dêrsîm û mîlîtanê propagandayê Halîl Dag re li Qada Botan Bestayê di pêvçûna artêşa Tirk de şehîd ketin. 12’ê Adarê li Geliyê Hêzil Rêheval Kurtay Faraşîn jî di pêvçûnê de şehîd ketibû. Meha Gulanê, ji bo bîranîna şehîdên Botanê li Qada Garê platform hate kirin. Di platformê de Dr. Elî û Dîcle ku dixwestin li Botanê tasfiyegeriyê pêşbixin ji partiyê hatin avêtin.
29’ê Gulan-4’ê Hezîranê 2008:
Civîna Meclîsa Partiyê ya PKK´ê li Qendîlê hate kirin. Di vê civînê de du bergên Pirtûka bi navê “Manîfestoya Civaka Demokratîk” ku Rêber Abdulah Ocalan amade kiriye gihiştin partiyê û hatin xwendin. Ev pirtûka ku wekî 5 berg hatiye sazkirin plana redaksiyon û çapkirina wê hate kirin. Ji bilî wê pêvajo hate nirxandin û xebatên amadekariya Kongreya 10’emîn hatin plankirin.
21-25’ê Tîrmehê 2008:
Civîna Lijneya 6’emîn a Giştî ya Kongra Gel bi pekhateyeke têrker li Qendîlê hate kirin. Xebatên hatine meşandin û pêşketinên siyasî leşkerî yên piştî şerê Zapê hatin nirxandin, xebatên salekê hatin plan kirin.
21-30’ê Tebaxê 2008:
Kongreya 10’emîn a PKK´ê bi tevlêbûna dewreya perwerdeya Ocaxa Partiyê jî li Qendîlê hate kirin. Kongre şûna Hevserokatiyê pergala Kordînasyonê avakir. Li derveyî vê guhertinê, di program û rêziknameyê de wisa guhertineke cidî nekir. Pevajoyê û xebatan nirxand. Reformxwaziya sosyal a veşartî mehkûm kir. Bi rapor platforma rexne-rexnedayînê ya Rêveberiya Partiyê kir. Erkên pêvajoya nû kire biryar û plan kir. Li ser bingehê armanca “Ji Rêber Apo re Azadî” biryara meşandina xebatan da. Wekî kongreyeke moral û hevgirtinê Rêveberiya Partiyê ji nû ve hilbijart û xebatên xwe temam kir.
15-22’yê Îlonê 2008:
Kongreya 7’emîn a Jina Azad (Kongrya PAJK’ê) bi pêkhateyeke têrker hate kirin, pirsgrêkên bîrdozî yên têkoşîna azadiya jin û rêxistinbûna partiyê niqaş kir, li ser vê esasê biryarên pêwîst dan.
Îlon-Mijdar 2008:
Piştî hate zanin ku Îmraliyê li ser Rêber Apo zexta fizîkî çêbûye û bi zorî porê wî hatiye qusandin gel daket qadan, bi çalakiyên pir berfireh û mezin xwedî li Serokatî derket. 3’yê Cotmehê di bin fermandartiya Rêheval Reşît Serdar û Huseyîn Mahîr de gerîla di serî de li Bezelê, çalakiyên bi bandor pêşxistin.
29’ê Adarê 2009:
Li Tirkiyeyê hilbijartinên rêveberiya xwecihî hatin kirin. Hilbijartin ji bo Kurdistanê tam wekî referandûmê derbas bû. Ji hemû saziyên dewletê bigirin heya Amerîkayê herkesê piştgirî da AKP’yê. Lê rûxmê van hemûyan û fêlên AKP’yê jî DTP bi girtina ji sedî heftêyê dengan serkeftineke mezin li destxist. Bi van dengan derdorê sed şaredarî girt. Piştî vê pêşketinê Konseya Rêvebir a KCK´ê roja 13’ê Nîsanê banga rawestandina pêvçûnan û çareseriya siyasî kir. Li dijî vê Rêveberiya AKP´ê roja 14’ê Nîsanê operasyonên qirkirina siyasî da dest pê kirin. Lê dema dît ku tiştên dike ji hêla raya giştî ve baş nayê pêşwazîkirin vê carê xwest raya giştî bi gotina “Çareseriya Kurd pêş dixin” bixapîne. Rêber Abdulah Ocalan vê daxuyaniyê wekî fersend dît û diyarkir ku “Ji ber pirsgrêka Kurd yê girtî ez im, wê demê ez ê nexşerêya wê amade bikim.” Bi vî awayî teqtîka AKP´ê vala derxist. Ji bo çareseriya pirsgrêkan li ser esasê niqaşa ku di raya giştî de bi riya parêzeran pêşxist, “Nexşerê” amadekir û roja 15’ê Tebaxê 2009’an pêşkêşê rêveberiya dewletê kir. Rêveberiya AKP vê Nexşerêyê ji raya giştî veşart. Vê carê jî xwest bandor-hêza çareseriya Rêber Apo bi gotina “Hêza wî ya pratîkî tine ye” lawaz têxin. Piştî van pêşketinan Rêber Abdulah Ocalan bang kir ku “Ji Qendîl û Mexmûrê du komên aştiyê werin Tirkiyeyê. Bi vî awayî propagandaya AKP´ê bê bandor kir. Wekî bersiva bangawaziyê Rêveberiya PKK-KCK´ê roja 19’ê Cotmehê du komê aştiyê gihandin deriyê sînorê Xebûrê. Heya Amedê bi milyonan mirov komên aştiyê bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî kirin. Vê rewşê propagandaya AKP´ê ya “Tên teslîm dibin” jî vala derxist. Bi vî awayî dema lîstokên teqtîkî yên AKP’ê hemû pûç bûn AKP´ê rûyê xwe yê rast nişan da. Tayîp Erdoxan êrîş û zextên xwe yên giran bi gotina “Em ji serî de dest pê dikin” xiste dewrê. Mîtîngên DTP´ê qedexe kir, roja 17’ê Mijdarê cihê ku Rêber Abdulah Ocalan lê dima guhert. Bi gotina Rêber Abdulah Ocalan danîn cihekê wekî “Tabutgeh.” Rêber Abdulah Ocalan vê rewşê wekî “Derbeya 17’ê Mijdarê” pênase kir. Rêveberiya AKP´ê roja 11’ê Kanûnê Partiya Civaka Demokratîk-DTP’ê girt û ji hevserokên wê re qedexeya siyasetê anî. Serokên hilbijartî yên şarevaniyan derdest kir û rêveberiyên partiyê girt. Rêber Abdulah Ocalan rûxmê ku seranserê zivistanê hişyarî da jî rewş neguherî, li ser vê esasê Rêber Abdulah Ocalan diyarkir ku “Şertên birêvebirina têkoşîna siyasî ya demokratîk nemaye, ez ê ji 31’ê Gulanê şûn ve xwe bikêşim.”
9’ê Gulanê 2009:
Dewleta Dagirker a Îran´ê bi sedema ku endamê PJAK’ê ne; Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger û sê dîlê din darvekir. Li dijî van darvekirinan raya giştî ya Kurd bertekeke mezin nişan da.
21-27’ê Tîrmehê 2009:
Civîna Lijneya 7’emîn a Giştî ya Kongra Gel hate kirin. Xebat û pêvajo hate nirxandin, biryara xebatên sala nû hatin dayîn. Ji bilî vê organên rêveberiyê jî ji nû ve hatin hilbijartin.
4-12’ê Tebaxê 2009:
Konferansa 4’emîn a Çand-Hunerê li Xinêrê hate kirin. Li ser mijarên wekî; li çiya xebatên hunerê, dîsa huner ji bo pere tê kirin an ne hate sekinandin û nîqaşkirin. Di xebatên çand-hunerê de li ser girîngiya xeta bîrdozî hate sekinandin û Komîteya Çand-Hunerê ji platforma rexnedayînê hate derbas kirin. Biryara xebatên serdema nû hate dayîn û plankirin.
11-24’ê Tebaxê 2009:
Konferansa 5’emîn a HPG´ê bi tevlêbûna 150 delegeyan li Garê hate kirin. Pêvajo û xebat hatin nirxandin û biryara êrkên serdema nû hatin dayîn. Bi taybetî li ser xebatên parastina cewherî û nûbûna şêwaz hate sekinandin. Li ser vê bingehê di navbera 2-5’ê Kanûnê 2009’an de li Metînayê “Konferansa Parastina Cewherî” hate kirin. Biryargeha Hêzên Taybet, Serokatiya Konseya Rêvebir a KCK´ê û Navenda Parastina Gel jî tevlê vê konferansê bûn. Ji her aliyê ve xebatên parastina cewherî hatin nîqaşkirin, biryar û plan hatin derxistin. Wekî dibistana parastina cewherî biryara rêxistinkirina Akademiya Şehîd Îbrahîm hate dayîn. Ji bilî vê di meha Kanûnê de Civîna Konseya Fermandariya HPG´ê û Konferansa Hêzên Taybet jî hatin kirin. Bi vî awayî xwestin pêvajoya guhertin û ji nû ve înşayê kûrtir bikin.
17-27’ê Tebaxê 2009:
Konferansa 5’emîn a Weşan-Çapemeniyê bi pêkhateyeke têrker li Xinêrê hate kirin. Hate dîyarkirin ku li gel biryardarî û nirxandinên giştî hemû xebatên weşan-çapemeniyê wekî “Biryargeha Şoreşger” bê meşandin.
3-10’ê Îlonê 2009:
Kongreya 3’yêmîn a Ciwanan bi tevlêbûna 110 delegeyan li Qendîlê hate kirin. Ji bilî rewşa xebatên qadan pirsgrêkên kadrobûn û partîbûnê, di bin sîwana Komalên Ciwan de erkên rêxistinkirina girseya ciwanan hate nîqaşkirin û li ser van bingehan biryarên berfireh hatin girtin.
1’ê Hezîranê 2010:
Piştî ku Rêber Abdulah Ocalan got “şertên meşandina têkoşîna siyasî ya demokratîk nemaye” û 31’ê Gulanê xwe paşve kêşa, ji raya giştî re ji hêla Rêveberiya PKK´ê ve bi daxwuyaniyekê hate diyarkirin ku “stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk hatiye xilaskirin, çareseriya pirsgirêka Kurd wê girêdayê xweseriya demokratîk li ser bingehê stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî bi têkoşîna bê meşandin wê pêkan bibe.” Bi vî awayî PKK stratejiyê diguhert, stratejiya têkoşîna sîyasî ya demokratîk, bi navê serdema stratejîk a 3’yêmîn xilas dikir, stratejiya şerê gelê şoreşgerî, bi navê serdema stratejiya 4’emîn esas digirt. Lê vê guhertinê ji gel re birin, di kirina malê rêxistinî de lawaztî çêbûn. Zêdetir wekî guhertineke teqtîkî hate fêmkirin. Rûxmê vê jî ev pêngav, di serî de çalakiya bi bandor a Îskenderûnê bi çalakiyên gerîla însîyatîf û bandoreke derxiste holê.
13’ê Tebax-20’ê Îlonê 2010:
Rêveberiya AKP´ê ji ber çalakiyên gerîla tengav dibe. Şandeyeke dişîne Îmraliyê ji Rêber Abdulah Ocalan daxwaza agirbestê dike. 12’ê Îlonê ji bo hin guhertinên makeqanûnî(anayasal) plana referandûmê kiribû, ji bo serkeftî bibe jî pêwistiya wê bi agirbestê hebû. Rêber Abdulah Ocalan rewşê nirxand û di navbera 13’ê Tebax-20’ê Îlonê de bangawaziya agirbestê kir. Rêveberiya PKK´ê diyarkir ku wê li gorî bangawaziyê tevbigerin û pêk bînin. Rêveberiya PKK´ê li hemberî guhertina destûra bingehîn xebata “Boykotê” meşand. Roja 16’ê Îlonê şandeya AKP´ê dîsa çû Îmraliyê û di hevdîtinê de li ser çareseriya siyasî ya pirsgrêka Kurd ji bo meşandina xebateke hevbeş lihevkirinek derkete holê. Li ser vê bingehê ji bo bikarin hevdîtinên Îmraliyê hêsantir bidin meşandin, agirbest heya hilbijartinên 12’ê Hezîranê 2011’an hate dirêjkirin. Di vê çarçoveyê de PKK ji bo guhertina stratejîk baştir fêm bike, bi rêxistinê bide fêmkirin û bikare li ser vê esasê planên pêwîst derxîne holê di asteke jor de xebatê perwerdeyê, nîqaş û civînan meşand. Li Îmraliyê jî ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgrêka Kurd hevdîtin û nîqaş hatin meşandin. Rêber Abdulah Ocalan encama van hevdîtinan kire sê beş, wekî protokolekê pêşkêşê Rêveberiyên AKP´ê û PKK´ê kir. Destpêkê hin îtîraz hebin jî Rêveberiya PKK´ê di orteya meha Gulanê de protokola heyî qebûl kir û di derbarê vê biryarê de Rêbêr Apo agahdar kir. Lê Rûxmê hemû zextan jî Tayîp Erdoxan bi hincetên cuda cuda bersiv neda û biryara xwe hişte piştî hilbijartinê.
22’yê Kanûnê 2010:
Rêber Abdulah Ocalan Parastina bi navê “Manîfestoya Civaka Demokratîk” ku ji pênc bergan pêk tê, berga wê ya dawiyê, beşa bi navê “Pirsgrêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk- Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî de” temam kir û şande DMME’yê. Bi vî awayî Têgîna Modernîteya Demokratîk gihand wateya herî berfireh a teorîk û di serî pirsgrêka Kurd ji bo hemû pirsgrêkên civakî re stratejî û programeke nû ya çareseriyê pêşkêş kir. Destpêkê Rêveberiya AKP´ê nedixwest vê beşa dawiyê bide DMME’yê. Lê piştî ku ji hêla hiquqî ve mecbûr ma, çend rûpelên pirtûkê qetand wisa da.
21-29’ê Nîsanê 2011:
Kongreya 8’emîn a Jina Azad (Kongreya PAJK’ê) bi tevlêbûna 120 delegeyan li Xakurkê hate kirin. Pêvajoya siyasî û xebatên rêxistinî-pratîkî hatin nirxandin, li ser pirsgrêkên rêveberiyê û têkoşîna bîrdozî hate sekinandin û erkên serdema nû hatin plan kirin.
5-10’ê Gulanê 2011:
Civîna Lijneya 8’emîn a Giştî ya Kongra Gel li Qendîlê hate kirin. Pratîka derbasbûyî hate nirxandin û piştî hilbijartina 12’ê Hezîranê girêdayê pêşketinên muhtemel ên derkevin holê biryar û plan hatin pêşxistin.
17-21’ê Gulanê 2011:
Konferansa 6’emîn a HPG´ê li Garê hate kirin. Konferans pêvajoyê û xebatan nirxand. Piştî hilbijartinên 12’ê Hezîranê li ser bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî li gorî rewşa şer û pêşketinên muhtemel erkên lazim e bêne kirin hatin plan kirin. Di derbarê stratejiya nû de li gorî salên berê lêhûrbûn û zelelbûneke girîng derketibû holê.
12’ê Hezîranê 2011:
Li Tirkiyeyê hilbijartinên giştî hatin kirin û careke din AKP di hilbijartinê de serkeftî derket û bi tena serê xwe bû desthilat. Ji aliyê din ve siyeseta demokratîk jî li ser bingehê endamên serbixwe kete hilbijartinê û encamên girîng bi destxist, wekî komeke bi bandor karî bikeve meclîsê. Rêveberiya Tayîp Erdoxan piştî vê encamê hevdîtinên Îmraliyê bi dawî kir û bi sorkirina hin derdoran jî li dijî PKK´ê berê xwe da siyaseta şer.
14’ê Tîrmehê 2011:
Kongreya Civaka Demokratîk bi îlan kirina xweseriya demokratîk xwest pêvajo li ser bingehê siyaseta demokratîk pêş bikeve. Heman rojê, li Farqînê di navbera yekîneyeke leşkerî ya derketibû operasyonê û gerilayan de pêvçûn derket. Artêşa TC’yê derbe xwar. Bi riya vê hincetê hêzên ku şerê derûnî dimeşînin bi zanebûn pêvçûna heyî bi îlana xweseriya demokratîk ve girêdidin, li ser vê esasê gotin KCD´ê “îlana şer kiriye.” Bi vî awayî dewletê bi hemû hêza xwe ve arasteyê hêzên siyaseta demokratîk kirin. Di encamê de siyaseta demokratîk nekarî rol bilîze û rewşa şereke nû ya mezin kete rojevê. Wekî hemwext dewleta Îranê jî li ser Qendîlê êrîşê leşkerî kir. Bi vî awayî şer ji du eniyan ve pêşket. Li ser vê esasê pêvajoya nû ya şer ku Rêveberiya AKP´ê amadekariya wê dikir dest pê kir. Di şerê Qendîlê de Rêheval Simko Rojhilat (5’ê Îlonê) û deh rêheval şehîd ketin. Di meha Cotmehê de bî Îranê re agirbest çêbû.
28’ê Îlonê 2011:
Dema Fermandariya Xakurkê di civînê de ye artêşa TC’yê êrîşê hewayî kir. Endamên Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Rustem Cudî, Çîçek Botan gihiştin şahadetê, dîsa di heman êrîşê de Rêheval Elîşêr Koçgirî û Rozerîn Dêrîk jî di navê de 11 kadroyên PKK şehîd ketin. Beriya wî li ser Şemzînanê çalakiya serdegirtinê hatibû kirin û derbeyeke giran li artêşa TC’yê hatibû dayîn.
8’ê Cotmehê 2011:
Yek jî damezrînerê Komalên Ciwan û endamê berê yê Konseya Rêvebir a KCK´ê, Fermandarê HPG´ê Rêheval Baz Mordem li qada Botan Kato Marînosê di êrîşekî dijmin de şehîd ket.
19’ê Cotmehê 2011:
Ji hêla gerîlayên HPG´ê ve ji bo tolhildana Şehîdên Xakurkê li Çelê li dijî hedefên leşkerî yên TC’yê çalakiyeke berfireh hate kirin û derbeyeke dîrokî li artêşa TC’yê hate xistin. Ji ber vê hemû dewletê xistin nava êrîşê û seranserê zivistanê operasyonên leşkerî dane meşandin. Di 22’yê Cotmehê de li Çelê di êrîşên hewayî de Rêheval Birûsk û Rûken jî di navê de 36 gerîla şehîd ketin. Piştî meha Mijdarê şûn ve li dijî Qada Cudî di operasyonên pêşketin de Rêheval Rûbar Mêrdîn, Binewş Êzidî, Serbest û Sadik şehîd ketin. Di êrîşên artêşa TC’yê ya seranserê zivistana 2011-12’an pêşxist de, di meha Kanûnê de li Dêrsîmê Rêheval Ezîz û koma wî, 13’ê Sibata 2012’an li Bestayê Rêheval Hemze û koma wî, 9’ê Sibatê li Erziromê Rêheval Mahîr Başkale û kom wî, 25’ê Adarê li Xerzanê Rêheval Arjîn û Berfîn bi koma xwe re şehîd ketin.
28’ê Kanûnê 2011:
Balafirên TC’yê bi hinceta ku “Di navê de Bahoz Erdal heye” Gundiyên Roboskiyê bombebarankir û piraniya wan ciwan 34 sivîlan qetilkir.
13’ê Çileyê 2012:
Rêheval Xebat Dêrîk (Mehmût Mihemet) li Qamişloyê dema li dijî hêzên çete têkoşîn dide meşandin şehîd dikeve. Demeke dirêj di endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê de cihê xwe girtibû. Şahadeta Rêheval Xebat bu destpêka şer û pêvajoya şoreşa Rojava.
25’ê Gulanê 2012:
Milîtanên fedaî yên PKK´ê, Rêheval Andok û Êrîş li Qeyseriyê bi çalakiyeke fedaî derbeyeke giran li dijmin dixin.
19’ê Hezîranê 2012:
Li herêma Oramarê Geliyê Dostkiyê li dijî Qereqola Şitazinê êrîş hate kirin û derbeke giran li artêşa TC’yê hate xistin. Di vê êrîşê fedaî de Rêheval Zagros û Berîtan jî di navê de 25 heval şehîd ketin. Li heman qadê fermandarê vî şerî Rêheval Rojîn Gewda (Sûreya Aslan) 4’ê Cotmehê li Çarçelayê di êrîşê hewayî de şehîd ket.
19’ê Tîrmehê 2012:
Li Şamê bombe teqiya û hikûmet lawaz ket. Piştî vê gel li Kobanî dest danî ser rêveberiyê û Şoreşa Azadiya Rojava dest pê kir. Şoreş di demeke kurt de pêl bi pêl belavê bajarên din bû û azadiya Rojava pêk hat. Şoreşa Azadiya Kurdistanê bû çîrûska Şoreşa Azadiya Rojava. Di heman demê de vê çîrûskê Şoreşa Suriyeya Demokratîk da destpêkirin.
1’ê Tebaxê 2012:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Huseyîn Mahîr dema di Fermandartiya Sehaya Botanê de erkê pratîkî dide meşandin li Qada Kato Jîrka pêl li mayînê dike û şêhîd dikeve.
4’ê Îlonê 2012:
2’yê Îlonê li Beytuşebapê li dijî hêzên TC’yê çalakiyeke berfireh a gerîla tê kirin û derbeke giran li dijmin tê xistin. Pişt re di êrîşên hewayî yên dijmin de li Qada Kato Marînos Fermandarên Eyaleta Wanê Rêheval Mehmet Goyî, Mêrxas û Rêvan şehîd ketin.
12’ê Îlonê 2012:
Ji bo şermezarkirina qetlîam û zextên dijmin di zindanan de 483 dîl dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakî roja 18’ê Mijdarê, di roja xwe ya 68’emîn de dema gihişt ber sînorê rojiya mirinê bi xwesteka Rêber Abdulah Ocalan hate rawestandin. Vê rewşê di navbera Rêber Apo û TC’yê de pêvajoyeke nû ya dan û standinê da dest pê kirin.
23-26’ê Cotmehê 2012:
Kongreya 4’emîn a Ciwanan bi tevlêbûna 57 delegeyan li Garê hate kirin. Li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî pirsgrêkên çalak kirin û rêxistin kirina ciwanan hatin niqaş kirin û biryara damezrandina YDG-H hate dayîn. Rêveberiya Komalên Ciwan bi hilbijartinan hate nû kirin.
3-18’ê Mijdarê 2012:
Roja 3’yê Mijdarê di êrîşê balafirên TC’yê de li Xakurkê Rêheval Kerîm Kato û Heqî şehîd ketin. Roja 18’ê Mijdarê jî li qada Şemzînanê di nava berxwedana li dijî hêzêkê operasyonê de Rêheval Reşîd Serdar şehîd ket. Rêheval Reşîd, Kerîm û Heqî di sala 2012’an de li Şemzînane li dijî hêzên TC’yê bûn hêzên fermandariya pêşeng, li ser vê bingehê teqtîka demê pêş dixistin, şer rêxistin dikirin û rêve dibirin. Di şer de ji bo azadiyê bûn remza israr û afîrîneriyê.
3’yê Çileyê 2013:
Li zindanan di çarçoveya xilaskirina greva birçîbûnê de dan û standina di navbera Rêber Abdulah Ocalan û Rêveberiya AKP’ê de hatibû danîn dûbare veguherî hevdîtinan. Li ser vê bingehê Şandeya ewil a HDP´ê çû Îmraliyê bi Rêber Abdulah Ocalan re hevdîtin kir. Riyên çareseriya pirsgrêka Kurd nîqaş kir û encama vê bi raya giştî re parve kir.
9’ê Çileyê 2013:
Yek jî Damezrînerê PKK Sakîne Cansiz û Rêhevalên li Ewropayê xebat didan meşandin; Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez ji hêla endamê MÎT’ê Omer Guney ve li Parîsê bi çekê hatin qetil kirin. Bûyer, li ser bingehê biryara “Kuştina Rêveberên PKK´ê” ya Rêveberiya AKP´ê hate kirin. Piştî bûyerê rêveberên AKP´ê yên wekî Tayîp Erdoxan, Hûseyîn Çelîk û M. Alî Şahîn xwestin bi lez û bez ser rastiya bûyerê bigirin. Bi vî awayî di esas de deşîfre bûn, xwe dan dest. Bi delîlan derkete holê ku bûyer ji hêla MÎT’ê ve bi fermana Rêveberiya Tayîp Erdoxan hatiye kirin. Lê kûjer Omer Gûney li girtîgehê 20 roj beriya dadgehê mirî tê dîtin. Piştî vê ji hêla Fransayê ve kes nayê darizandin û tawanbar nayên ceza kirin.
21’ê Adarê 2013:
Rêber Abdulah Ocalan li Meydana Newroza Amedê pêşiya sê milyon kesî/ê îlana “Aşitî û Danezana Çareseriya Demokratîk” kir û ji aliyan re bangawaziya agirbestê kir; Li ser vê bingehê bang kir ku hemû kes têkoşîn bike û bibe yek. Danezan ji hêla Şandeya HDP´ê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sûreya Onder ve hate xwendin. Danezan ji hêla girseyê ve bi coşeke mezin, bi çepîkan hate pêşwazîkirin û di hemû kesên aştîxwaz de hêviyên mezin afirand. Lê Pêvajoya Çareseriya Demokratîk ji ber helwesta neyînî ya Tayîp Erdoxan a piştî Newroza 2015’an negihişt encameke mayînde.
8’ê Gulanê 2013:
Di çarçoveya planên hatine kirin û encamên di hevdîtinan de ketine dest pêvajoya paşve kişîna gerila ya derveyî sînorên TC’yê hate dest pê kirin. Ji bilî wê wekî nîşane, peyama aştiyê 13 leşkerên dîl dihatin girtin jî roja 13’ê Gulanê serbest hatin berdan. Lê dema Rêveberiya AKP´ê li gorî planên hatine kirin û biryarên hatine girtin berpirsyariyên xwe neanî cih, ji dawiya Tîrmehê şûn ve paşve kişîna gerîla hate sekinandin. Ev rewş di pêvajoya Kongreya 11’emîn a PKK’ê de ji raya giştî re jî hate îlan kirin.
30’ê Hezîran-5’ê Tîrmehê 2013:
Civîna Lijneya 9’emîn a Giştî ya Kongra Gel li Xinêrê hate kirin. Li ser esasê xwestekên Rêber Abdulah Ocalan di peymanê de hin guhertin û li ser zêde kirin çêbûn. Şûna Serokatiya Konseya Rêvebir, Hevserokatiya Konseya Rêvebir hate avakirin. Ji xeynî vê saziyên “Serokatiya Giştî” û “Konseya Serokatiya Giştî” ser pêymanê hatin zêde kirin. Rêber Apo ji bo Serokatiya Giştî ya KCK´ê hate hilbijartin, ji Konseya Serokatiya Giştî re 6 kes hate hilbijartin. Ji xeynî vê di Konseya Rêvebir û Hevserokatiyê de guhertin hatin kirin. Dîsa xebat û pêvajo hate nirxandin, di pêvajoya nû de biryara erkên bêne meşandin hatin dayîn.
5-13’ê Îlonê 2013:
Kongreya 11’emîn a PKK´ê bi tevlêbûna 125 delegeyan li Xinêrê hate kirin. Kongre, ji xulaseya pirtûka Parastina Gelekî û ji pirtûkên Manîfestoya Civaka Demokratîk Program û Rêziknameyeke nû qebûl kir. Bi vî awayî xeta netewa demokratîk bû xwedî bername. Di rêziknameyê de têgeha “Kordînasyona Partiyê” bi “Sekreteryaya Giştî” û têgeha “Meclîsa Partiyê” bi “Komîteya Navendî” hate guhertin. Hate diyarkirin ku ji bo PKK´ê pênaseya pêşengtiya bîrdozî û felsefî têrker nine, lazim e pêşengtiya rêxistinî jî li ser bê zêdekirin. Li ser vê bingehê gotina ‘rêxistinkirina komîteyên jêr’ li ser rêziknameyê hate zêdekirin. Li ser rewşa bîrdozî, rêxistinî, polîtîk û leşkerî nirxandinên berfireh hatin kirin û di asteke girîng de plan û biryardarî derxiste holê. Hejmara endamên Komîteya Navendî kire 55 û ew hilbijart. Bi vî awayî xebatên xwe temam kir. Piştî Kongreyê di civîna Komîteya Navendî de girêdayê Sekreteryaya Giştî û Sekreteryayên Komîteyên Navendî erkdar kirin çêbûn û dabeşiyeke nû ya kar hate avakirin.
10-18’ê Cotmehê 2013:
Konferansa 7’emîn a HPG´ê bi tevlêbûna 194 delegeyan li Garê hate kirin. Pêvajo û xebat hatin nirxandin, biryardarî û planeke berfireh, bi hêz derkete holê. Li ser esasê pergala Biryargeha Navendî rêziknameyeke nû hate amadekirin û pejirandin. Bernameyeke berfireh a ji nû ve înşayê hate pêşxistin û li ser vê bingehê pêvajoya nûbûnê hate dest pê kirin. Di serî de perwerde, tevlêbûn û ji nû ve rêxistinbûn di her mijarê de biryarên pêwîst hatin girtin. Bi civîna Konseya Fermandariyê vesaziyên lazim hatin kirin, pêvajoyeke bi hêz a amadekariya şerê gelê şoreşgerî û nûbûnê hate jiyîn.
https://www.nuceciwan63.com/ku/2020/12/11/kronolojiya-pkke-besa-7/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/08/kronolojiya-pkke-besa-6/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/05/kronolojiya-pkke-besa-5/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/01/kronolojiya-pkke-besa-4/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/29/kronolojiya-pkke-besa-3/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/26/kronolojiya-pkke-besa-2/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/24/kronolojiya-pkke-besa-1/
Xwezî bi dawî nehatiba. Ez her roj li benda beşeke nû bûm. Hêvî dikim hûn berdewam binivîsin ta ku roja îro.