MAXMÛR – Tevgera Ciwanên Maxmûrî ajansa me re axivîn. Ciwana banga ciwanên kurda kirin û gotin: Xwedî axa xwe, gerîlayên xwe û Serokatiya xwe derkevin.
Ciwan waha berdewam kirin:
“Navê min Kajîn Ezek, ez endama Tevgera Civanên Maxmûrim. Dirokê de heta niha mirov pişaftin û katlîamên KDP’ê dibîne. KDP har buye. Diwaze kurda tune bike. Vê yekê jî dixwaze bi hevkariya dewleta Tirkan ve bike. Ji ber ku ne tirk ne ji KDP li serê xwe nikarin vê yekê bikin û ji bo ve hevkariyê dixwazin. Lê ewê nikaribin serbikevin. Ji ber ku kurd êdî ne kurdê berê ne. Ew dixwazin koka kurda bînin. Divê mirov vê rastiya KDP’ê bizanibe, hovîtiya wê bibîne. Taybet vê hovîtiye dixwaze li ser ciwana bide pêkanîn. Lê gere ciwan neyên vê lîstokê. Taybet êrîşên KDP’ê yên li ser qadên gerila jî bi armanca holê rakirina kurda ye. Gel ji êdî vê yekê dizane û li gor vê tevdigere. Vê pêvajoyê de wek ciwana divê em xwediyê welatê xwe, gerilayê xwe û Serokatiya xwe derbikevin. Vê mijarê de çi erk bikeve li ser milê me gere em pêk bînin.
Navê min Firat Bozan, ez endamê Tevgera Ciwanên Mexmûr im. Dagirkeriya ku naha her çar perçeyên Kurdistanê tê meşandin li destê dagirkeriya tirk ve pêk tê. Taybet Başûrê Kurdistanê de ev tişt bi destê KDP’ê ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin. Piranî jî li ser Heremên Parastina Medyayê û Rojavayê Kurdistanê pêk tê. Ev jî diyar dike ku KDP êdî wek piyonekî li destê tirka tê bikaranîn. Em naha pêvajoyeke pir hesas û girîng de ne. Divê em ciwan bikevin giraniya vê yekê. Ciwanên her çar perçê Kurdistanê taybet ciwanên Başûr ji bo parastina axa xwe û parastina gerilla rol û mîsyona xwe bilîze. Tirk dixwazin Kurda li Kurda bidin qetilkirin. Dixwazin vê jî li destê KDP’ê pêk bînin. Van êrişên dawiyê de gerillayek birîndar bibû. Ev jî nîşaneya vê yekê ye. Divê ciwan van lîstoka xirab bikin.”