(Berdewama nivîsa doh)
NAVENDA NÛÇEYAN – Wek gelê kûrd kû di kurdistanêde jiyandikin, bi hezar salane em li ser vê axê û vê avê hebûna xwe berdewam dikin. Lê belê bi armanca tûnekirin, talankirin û qirkirinê berdewam ruberuy êrîşan bûne. Taybet em dibêjin êrîş, ji ber kû yê kû ji destpêka dîrokê ve li ser vê axê jiyan dikin û avâ vê erdingariyê vedixwûn emin. Lê yên kû li hember me şer kirine, ne kesên ji vê axêne. Ji ber vê yekê ji dervede êrişî ser axame û ava me dikin. Gelê kurdistanê êrîşê xakek anjî welatek din nekiriye. Berdewam şerê kû kiriye şerê xwe parastinê bûye. Carnan di vî şerîde bi ser ketiye û carnan jî bi bin ketiye. Piştî şerê cihanê yê yekemîn bi encama peymana lozanêde kurdistan kirin çar parçe û li ser her parçeyekî dagirkerek bi ceh kirin. netewdewletên tirk fars û ereban dan avakirin. Ev dagirkerî heta îrojî berdewame. Lê belê li hember dagirkeriyê tekoşîna gelê kurd jî berdewam dike. Sed sal bi ser şerê cihanê yê yekemîn re derbas dibe. Kurdistan hêşta di bin dagirkeriyêdeye. Her çiqaş li hember dagirkeriyê tekoşîn hatibe kirin jî lê ev tekoşîn ne gihiştiye armancê. Bi qasî kû sedemên negihiştina serkeftinê bingehê xwe ji dijmin, hêzên dagirker digrin jî, lê ya rast sedema bingehîn ya ne serketinê rêbaz û asta tekoşîna gelê kurde. Ji ber lome ji dijmin, ji dagirkeriyê nayê kirin. dijmin, dagirkerî wê her dijmintiya xwe û dagirkeriya xwe bike. Lê yên kû pêşiya dagirkeriyê bigrin, rêbaz û pêşengên tekoşîna gelê kurd in. Di dirokêde bi rêbazên serhildanên di pêşengtiyên serok eşîr, mîr, şêx û rêxistinên klasîk de tekoşîn hatin meşandin. Van serhildasnan jî encam ne girt. Sedema vê yekê pêwîste bê lêkolînkirin. Di hemêde lêpirsinkirina rêbazê tekoşînê jî pêwîst dike.
Rêber Apo di lêpirsînkirina rêbazê tekoşîna û tahlilkrina tekoşînên kû berê hatine kirin kir. Li ser vî esasî rêbazê tekoşînê wek şerê gelê şoreşgerî diyar kir.
Dijmin di nava sed salîde dagirkeriya kû li ser kûrdistanê meşandiye, ev dagirkerî tenê wek dagirkeirna xakê nekiriye. Di heman demêde dagirkirina civakê jî pêk aniye. Dagirkirina civakê çiye? Dagirkirina civakê ewe kû kesek nikaribe li ser çanda xwe, bi xwezayîya xwe, bi îradeya xwe biryar bide. Yanî di ruhde hebûna xwe înkar bike. Li çar parçeyên kurdistanê di encama polîtîkayên înkarkirin û pişaftinê(asîmilasyon) di astek mezinde gelê kurd xwe înkar kir. Bê gûman ev îşkence, şerê taybet, zordariyê hat kirin. bi çi şêwazî dibe bila bibe, di encamêde gel ji îradeya tekoşînê hat xistin. Tam jî di virde dagirkirina civakê pêk tê. Hebûn di virde tê windakirin. Yanî dema civakek, netewek hêza tekoşînê ji dest bide. Civakeke kû hêza tekoşîna xwe ji dest bide, bi tûnebûnêre ruberû dibe. Di dîrokêde gelek netew bi vî şêwazî hebûna xwe winda kirine. Hin netew di dîrokêde hebûna wan jî nayê îspatkirin. Ev ji ber kû hêza xwe ya tekoşînê, hêza xwe ya kû li hember dagirkeran, li hember êrîşan bi parêze ji dest dane pêk hatiye. Heger em behsa gelê kurd dikin bê gûman ev tê wê wateyê kû hêşta gelê kurd bi temamî hêza xwe parastinê ji dest nedaye. Lê serkeftin jî bi dest ne xistiye.
Ji bona kû serkeftin bê bi destxistin, tekez pêwîste di tekoşîna azadiyêde stratejiya şerê gelê şoreşgerî bê pêk anîn. Şerê gelê şoreşgerî ewe kû gel li ser rastiya şer bê amadekirine. Gelê kû xwe li gorî şer amade bike wê demê dikare li ber xwe bide. Li gor şer xwe rêxistinkirin, destpêkê hêviyê xwe ji dijmin, ji dagirkeriyê kutkirinê dest pêdike. Yanî heger zanebûna kû welatê me hatiye dagirkirin û ev dagirker dijminê meye bê pêşxistin wê demê, ev gel wê li rê û rêbaza tekoşînê jî bigere. Civaka kû hêviyê xwe ji dijmin qut bike û ji dijmin lome neke, bizanibe kû dijminê wî heye, wê li rizgariyê jî bigere. Ji ber civakek nizanibe kû xwedan dijmine û welatê wî hatiye dagirkirin, pêwîstiya tekoşîna rizgarî û azadiyê jî nabîne. Me di jor de anî bû ziman kû koletî wê demê dest pêdike, dema civakek koletiyê qebûl bike. Ev ji bo kesekî jî wehaye û ji bo civakekê jî wehaye. Civaka kû koletiyê qebûl neke, xwe bigehîne zanebûnê, wê jiyana xwe jî li gor rastiya kû her kêlî li hember dijmin şer bike rêxistin bike. Rêxistinkirin jî di aliyê avakirina hêzên parastinêde dibe, di aliyê çandî de , di aliyê aborî de û di aliyê hûnera rêveberiyê dibe. Civaka kû hêza xwe ya parastinê ava bike, di aliyê çand û hûner de çanda û hûnera xwe biparêze û bi pêş bixe, di aliyê aborîde, tendirûstîde derfet û înkanê xwe avabike, yanî di nav hilberînêdebe, û xwe bigehîne zanebûn û hişmendiya xwe rêveririnê, wê bikaribe xwe ji dijmin qut bike û dikare li hember dijmin şerê rûmetê bi meşîne. Ji ber ev şer dibe şerê hebûnê. Li hember dijmin û dagirkerîyê şer nekirin, hebûna xwe înkarkirine. Yanî koletî qebûlkirine. Tam jî di virde ji xwezaya xwe qutbuyîn dest pêdike. Civakek heger koletiyê qebûlbike, rumeta xwe jî ji dest dide.
Ji bona kû civak koletiyê qebul bike û tekoşînê neke, dijmin, dagirker bi hemû saziyên xwe bîst û çar saetan kar dike. Feraseta koletiyê belav dike. Polîtîkayên şer, aborî, çand û hûner, rêveberî, ragahandin, xwendingeh bingehê koletiyê dadineynin. Li hember vê bê gûman hêzên kû bi îddeaya azadiyêne, pêwîste civakê ji van êrîşan bi parêzin. Parastina civakê, zanekirin, rêxistinkirin û şerkirinê dibe. Yên kû di xwazin civakê rizgar bikin, bi îddeaya pêşengtiyê radibin, di civakêde hişmendiya parastinê û tekoşînê ava nekin, wê di şerê li hember dijmin û dagirkeriyê bi tenê bi mînin. Şerê li hember dijmin û dagirkeriyê tevlîkirina civakê ya nav refên tekoşînê dibe. Di pêvajoya şoreşên gelande, gelê kû rizgariya xwe bi dest xistiye, gelê kû bi tevahî hêza xwe tevlî nav tekoşînê bûye. Bê gûman gel bi tena serê xwe şoreşê nake. Şoreş pêşeng di xwaze. Şoreşger dibe pêşengê şoreşê. Erka şoreşger jî ewe kû civakê li ser rastiya şerê gelê şoreşgerî rêxistin bike, amade bike.
Ciwan hêza pêşeng a şoreşa civakê ye. Di rojhilatê kurdistanê de erka her ciwanekî welatparêz û şoreşger ewe kû xwe ji bo pêşengtiya şoreşa gelê rojhilatê kurdistanê û îranê amade bike. Xwe perwerde pike, xwe zane bike û di nav hêzên parastina civakêde ceh xwe bigre. Hêzên parastina civakê di pêşengtiya gerîllayê kurdistanêde pêk tê. Ciwanên kû di nav parastina civakêde cihê xwe bigre, xwe bigehîna asta gerîllatiyê, wê bibe xwedî hêza pêşengtiyê. Di rojhilata navînde bêyî kû hêza parastina gelê kurd hebe, tu dagirker û dijmin hebûna gelê kurd qebûl nake. Hebûn bi şerê li hember dijmin û dagirkeritê tê kirin tê parastin. Ev şer dibe şerê PİROZ, şerê rumetê, şerê kerametê û şerê azadiya kurdistanê.
Ji bo vê yekê em dibêjin, DEM DEMA GERÎLLATİYE, DEM DEMA AZADİYÊ YE !
DILOVAN FEDA