LUBNAN – Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrye, li paytexta Lubnanê Beyrûtê de çalakiyek protesto lidar xistin.
Di çalakiyê de rêveberê Ciwanên PYD Cemîl Yûsif axivî, di axavtina xwe de bang li Ciwanan kir ku li dijî dagirkeriyê tevlî QSD bibin û bang li bilindkirina tekoşînê li dijî faşîzma Tirkiyê li Kurdistan û bakur û rojhilatê Sûrye.
Piştre li ser navê Ciwanên PYD daxuyaniyek hat xwendin, di daxuyaniyê de ciwanan êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bakur û rojhilatê Sûrye şermezar kirin, her wiha bêdengiya Rûsya li hemberî êrîşan şermazar kirin û gotin ku qet pêwîstiya noqteyên Rûsya li wir nîne.
Her wiha êrîşên ku li dijî serhildanên gel yên di dema dawiyê de li başûrê Kurdistanê qewimî de şermazar kirin.