STENBOL – Girtiyên PKK’î û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîbûna binpêkirinên li girtîgahan zêde dibin, ji 27’ê Mijdarê û vir ve di grevê de ne.
Endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo xwedîderketin û dengên wan bidin bihîstin bi meşaleyan meşek lidar xistin.
Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘Girtiyên Siyasî Mil Bi Mil in’ qîr kirin.
Di çalakiyê de ciwanan bang kir ku xwedî li grevê bê derketin û piştgiriya girtiyan bê kirin. Ciwanan gotin: “Bang li gelê xwe yê bi rûmet dikin ku xwedî li berxwedanê derkevin.”