NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’îyan li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dest pê kir dewam dike. Çalakî di roja 26’an de ye û bi koma 6’an didome. Greva birçîbûnê bi rengê bêdem-dorveger tê lidarxistin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a girtiyan li dijî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dabû destpêkirin, di roja 26’emîn de didome. Jinên girtî Hatîce Çakmak, Nîda Kutlu, Zelal Başboga, Şukran Ozer, Şeyma Kantarci û Sûdan Guven ên li Girtîgeha Alanya Tîpa L dimînin bi dorvegerî greva birçîbûnê bi rê ve dibin.
CEZAYÊ HUCREYÊ LI GIRTIYAN HATE BIRÎN
Girtiyên jin bi rêya telefonê ji malbatên xwe re qala rewşa xwe kirin. Girtiyan anî ziman ku ji bo daxwazên xwe û têkildarî grevê daxwazname dane Wezareta Dadê lê belê Dozgeriya Înfazê bi îdiaya di daxwaznameyê de “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Jinên girtî ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de li 4 girtiyên jin 11 roj cezayê hucreyê li wan hatiye birîn û li 3 jinan jî cezayê înfazê hatiye birîn.
Bavê Sûdan Guvena di greva birçîbûnê de ye Abdulvahap Guven diyar kir ku keça wî telefonî wan kiriye û diyar kiriye ku cezayêyê înfazê û dîsîplînê li wan hatiye birîn.
Sûdan Guven ji bavê xwe re destnîşan kiriye ku girtiyên li dijî tecrîdê û şertên girtîgehan li ber xwe didin bi cezayan re rûbirû dimînin û wiha got: “Ev der girtîgehek pir xerab e. 8 girtiyên siyasî li vir dimînin. Du hevalên jin ji ber nexweş in neketine grevê. 6 girtiyên mayîn jî bi dorvegerî dikevin greva birçîbûnê. Ji roja greva birçîbûnê dest pê kiriye, zext li ser me zêde bûne.”
‘MAFÊ WAN Ê TELEFONÊ TÊ QUTKIRIN’
Abdulvahap Guven destnîşan kir ku 11 roj cezayê hucreyê ji bo 11 rojan li çalakgeran hatiye birîn û got: “Ji serê pandemiyê ve heta niha kelûpelên paqijiyên nadin wan. Mafên wan sosyal ji destê wan hatine girtin. Ne pirtûk ne jî jî rojnameyan didin wan. Du girtiyên nexweş bi derfetên xwe qawîşa xwe paqij dikin. Kelûpelên paqijiyê bi awayek biha difiroşin girtiyan. Hefteya bihûrî dema keça min telefon kir, kêliya ku binpêkirinên mafan vedigot, ji nişke ve telefon hat qutkirin Mafê wan ê hevdîtina telefonê 20 deqîqe ye lê belê gelek caran tenê 3 deqîqe hevdîtin didome. Kengî tengezariyê xwe ragihînin telefonên wan tê qutkirin. Em nizanin ku tengezarî û pirsgirêkên wan çi ne. Çalakiyên greva birçîbûnê biryarek di cih de ye. Her roj ev mafdarî derdikeve holê. Li şûna mafê girtiyan li wan vegerînin û bidin, êrişî girtiyan dikin.”
Guven destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan daxwaza malbatên girtiyan e jî û got: “Maf nayê dayîn, maf tê stendin.”