QAMÎŞLO – Îro saet 10’an de li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Tevgera Xwendekaran ve meşek hat li darxistin.
Meş li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Eyn Îsa û dijî îxaneta PDK’ê hat lidarxistin.
Meşê de jina ciwan ya xwendevana bi navê Seyran Sîna diyar kir ku ew wek ciwanên xwendekar li dijî êrişên dewleta tirk bêdeng nemînin. Xwendevana Efrînî diyar kir ku ewên li dijî hevkirina Iraq û TC’yê jî bêdeng nemînin.
Ev meş ji dewara Ş. Rûbar heta dewara Qermûtî berdewamkir û ciwan bi daxwiyaniyekê ve meşaxwe bi dawî kirin.