NAVENDA NÛÇEYAN
“Ji Amêdiya Başûrê Kurdistanê heta Eyn Îsaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk pîlaneke qirkirinê ya wekî axtepotekî li dijî Kurdan ji bo sedsalê daniye pêşiya xwe. Bêguman serê axtepotî dewleta Tirk e anku ew bi rê ve dibe, lê şaxên wê yên herêmî jî hene. Yek ji şaxên wê beşek ji PDK`ê ye, nexasim Mesrûr Barzanî, beşa din hikûmeta Iraqê bi rêveberiya Mistefa Kazimî, şaxê wê yê sêyemîn jî Îran, Rûsya û rejîma Beşar Esed in.
Baş e gelo me çima got ji Amêdiyê heta Eyn Îsayê pîlana qirkirinê heye? Bûyer û diyardeyên ku ji Amêdiyê heta Eyn Îsayê rû didin, ji hev qut nînin. Helbet vê pîlanê ne ji Amêdiyê dest pê kir, beriya wê jî zemîn jê re hate çêkirin. Lê bi êrişa li ser gerîlayên PKK`ê ji aliyê hêzên taybet ên PDK`ê ve, di 13 Kanûnê de li Amêdiyê, pêleke din a pîlanê lê bû. Baş e, eger pêla pîlanê ji Amêdiyê vê carê dest pê kir, gelo şaxên din ên pîlanê çi bûn? Bi van 4 xalan em ê hewl bidin şaxên pîlanê yên vî axtepotî diyar bikin:
1) Di 16`ê Kanûnê de dema ku komek gerîla erka xwe di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de li kêleka QSD`ê bi dawî kir û vedigeriya baregehên xwe, kete kemîna hêzên pêşmerge yên li ser sînorê Rojava û Başûr. Dezgehên ragihandinê yên bi ser PDK`ê ve tevî cîgirê wezîrê pêşmergeyan, îdîa kir ku YPG`ê bi çekên giran û sivik êrişî hêzên pêşmerge kiriye. Lê Fermandariya Giştî ya YPG`ê û Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi du daxuyaniyên ji hev cuda, ev îdîa derewandin û got, ew rêzdariyê ji serweriya Başûr re digirin. Hin dezgehên ragihandinê ango navendên şerên taybet ku li Başûr weşanê dikin, ev bûyer gelekî mezin kir û wek binpêkirineke li dijî axa Başûr bi nav kir. Aliyên di nava PDK`ê de û dewleta Tirk ku naxwazin yekîtî di nava partiyên siyasî yên Rojava de çêbe, xwest bi vê bûyerê aliyên Rojava hemûyan li dijî hev sor bike û nakokiyên li Başûr ango nakokiyên di navbera PKK û PDK`ê de, bibin Rojava.
2) Zêdekirina asta êrişên li dijî Eyn Îsayê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve. Di vê pîlanê de, bêguman Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê jî cihê xwe digirin. Dixwazin bi rêya vê, fişarê li Rêveberiya Xweser bike da ku navçeya Eyn Îsayê radestî rejîma Sûriyê bike. Eger Rêveberiya Xweser qebûl nekir jî, wê bihêlin ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Eyn Îsayê zêde bikin, da ku tawîzan ji QSD û Rêveberiya Xweser bistînin.
3) Serdana Kazimî ya ku 17`ê Kanûnê li ser vexwendina serokkomarê Tirk li Enqerê pêk hatiye. Kazimî li hemberî destketiyên di aliyê herikîna ava çemê Dîcle de û di qada aborî de di serdana xwe de bi dest xist, li hemberî vê yekê jî bi dewleta Tirk re kete nava pîlana êrişkirina li dijî PKK’ê. Her wiha dorpêçkirina Başûrê Kurdistanê û qutkirina Şengalê ji Başûr û Rojava. Ev pîlan jî bi rêya vekirina deriyê Ovkayî yê ji Zaxoyê ta Tileferê dê lê bibe.
4) Balkêş e ku piştî bûyera li Amêdiyê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi nûnerê taybet ê Emerîkayê ji bo Sûriyê Joel D. Rayburn re axivî. Mesrûr Barzanî bi Rayburn re PKK reş kir û agahiyên ne rast ji Rayburn re gotin. Jixwe, KCK`ê di vê çarçoveyê de daxuyaniyek da û daxuyand ku PDK li nava raya giştî ya Kurd û li derve propagandaya reşkirinê dike. Her wiha Barzanî bi Rayburn re behsa têkiliyên QSD`ê bi Koalîsyona Navneteweyî re kir û îdîa kir ku divê PKK ji alîkariya ji bo QSD`ê sûdê wernegire.
Ev jî beşek ji hemleya dewleta Tirk e ku dixwaze têkiliya QSD`ê bi dewletên cîhanê re qut bike û QSD`ê wek hêzeke terorê nîşan bide. Ji ber ku dewleta Tirk baş dizane, heger piştevaniyên navneteweyî ji bo QSD`ê hebin, ew nikare bi awayekî rihet êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Lewra jî Mesrûr Barzanî kete nava pîlana tecrîdkirina QSD`ê di aliyê navneteweyî de.
Armanca 4 xalên navbirî yek e û bûyer û êriş hemû jî di çarçoveya “pîlana axtepotî” de têne hazirkirin. Armanca sereke jî bêguman Kurd di vê sedsalê de cihê xwe negirin û nexasim bidawîkirina dan û standinên Kurdî-Kurdî li Rojava ye. Mixabin hin dezgehên çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê bi hestên “neteweyî” yên sexte di nava Kurdan de cudahiyeke mezin çêdikin û Kurdan li dijî hev sor dikin. Lewra divê rayedarên Kurdan bi provokasyonên dewleta Tirk û pîlanên wê nexapin.”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Kendal CÛDÎ