NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêbertî fêm kirin û bilêv kirin bê gûman bi serê xwe felsefe kirin pêwiste. Dema ku em bahsa felsefê dikin, dibe ku ji bo hindek însanan, yan hindek kesan pir zahmet û durbê ku mirov nikare xwe bigihîniyê. Li gora dîtina min felsefe kirin di xeta azadiyê de, weke stêrkên li esmanan yoxun û bêdawî di derheqê jiyanê de pirs kirin û ji pirsên xwe re çareserî dîtin, xwe gihandina heqîqetê ye. Ev ji di bin şemsiya felsef û peradigma Rêber Apo de pêkane.
Ez jî weke şervaneke azadiyê li gora asta xwe min her di xwest ku ez bipê vê heqîqetê de bibezim. Ew heqîqet ji bo min Rêber Apo bû, fikir û ramanê wî bûn. Ji bo ku ez wî bibînim û ji nêz ve nas bikim, gah ji bo min xeyal bû û gah ji bo min xewnê şeva bû. Lê di sala 1998 de bû qismet ku ez ji qada tekoşînê derbasî saha Rêbertî bibim. Ew kêliyên di rêde û heta em gihan saha Rêbertî ez nikarim bi tû awayî tarîfa wan kêliyan bikim. Di wan kêliyan de ne westandin, ne êş, ne birçîbûn, ne jî sir û seqem mirov bandor dike. Tenê çavê te li yek kêliyê ye ku tû çawa Rêbertî bibînî bi awayekî zindî li fikir û ramanê wî gotdar bikî. Çima ez van tiştan tînim ziman dema ku em çûn saha Rêbertî meha ocaxê bû. Sar seqem û heriya deşta rojava pir zêdebû. Pêlava min ji nigê min ketibû, lê hetani demekê jî ez pênehesiya bûm. Ji kêliyên êvarê û hetanî berdestê sibehê ez xwas meşiyabûm. Ev hêvî, heyecan û eşqa ku xwe gihandina gel Rêbertî bû. Mirov tu keleman nas nake, di esasê xwe de îradebûn, cesaret û xwebûn Rêbertî di kesayeta mirov de dide ava kirin. Rêbertî dibêje eger tu di hedef û armanca xwe de netbî tû tişt nikare te asteng bike. Ji bo ku tu xwe bigihênî hedef û armanca xwe tû yê her riya xwe bibînî. Ev jî mesela me ya xwe gihan dina azadiyê ye. Beriya ku ez Rêbertî bibînim bi çend saetan heyecana min gihiştibû asteke pir bilind. Min di serê xwede ji Rêbertî re gelek tarîf danîbûn. Lê dema ku min Rêbertî dît hemû tarîfên min ku min ji Rêbertî re danîbûn di mêjiyê min de hilweşiyan. Dema ku Rêbertî derbasî gel me bû bi awayekî pir xwezayî em yek bi yek silav û hembez kirin. Di eynî deqêde derbasî diyalokê bû. Bi her hevalekî re dest bi diyalokê kir. Di hindirê demeke kin de ew heyecana pir zêde mirov derbas dike. Di pişre însan welê rihet dibe, tê bêjî qey deh sale ku tu bi Rêbertî re jiyan dikî. Yanî qeysî ku heybeta Rêbertî heye ewqas jî mirov li gel wî xwe rihet û ji xwe bawer xwe his dike. Didemeke kin de tu ferq dikî ku Rêbertî çiqasî însanekî xwezayî û ewqasî jî dil ji însana hez dike. Yanî nadihişt ku yek deqa wî vala biçe, her bal di kişand ser zeman û di got em wextê xwe baştir binirxînin. Xala din şêwazê Rêbertî yê perwerde dayînêbû gelek bala min dikişand perwerde di hindirê perwerdê de dida me. Nimûne dema ku Rêbertî perwer de dida çar pênc saetan navber nedida, li wir dihişt ku tu hem di milê îradî, kontirol li ser kesayeta xwe, tamûla godar kirin û fêm kirine bi mirov re dide qezenc kirin. Ya din jî terzê Rêbertî yê însan perwerde kirinê û hem jî dana perwerde kirinê pir dewlemên bû. Hemû tevgera jiyanê mina perwerdê digirte dest. Digot qeysî ku hûn pirtûkan bixwînin ew qas jî jiyanê bixwînin. Rêbertî gelekî bi baldarî li însan, jiyanê temaşe û godar dikir. Dema ku Rêbertî di axivî herkesî digot însankî ji hindirê min di axive. Bi însana re pir zû empatibûn dida ava kirin. Rêbertî di karibû bi hemû kesim û hemû astên însana hîtap bike. Nimûne hefla 15 dê tebaxê li sahê çêbû gelek malbat hatibûn, di wir de tişta ku pir bala min kişand Rêbertî bi zarokan re zarok bi mezinan re mezin û bi ciwanan re ciwan bû. Yanî bi her kesimê civakê re diyalok datanî û bi awayekî gelekî mitewazî bi her kesî re alaqeder dibû. Disa di terzê Rêbertî de axaftina ku nebe, nagûhere nîne. Ji pirgirêkeke biçûk bigire hetanî yek mezin ji her tiştekî re çareseriyekê dibîne. jiyana wî her rojek weke roja din nîne. Rêbertî her roj tiştekî nû li jiyanê zêde dikir. Ev terzê Rêbertî yê jiyanê jî dihişt ku tu bi xwe re têkevî nav xwe lêpirsînê. Pirsa weke ez kîme, ez çidikim, lazime ez çibikim û hwd. Nêzîkatiyên Rêbertî dihişt ku tu her van pirsan ji xwe bikî. Terzê Rêbertî her însan dikşîne nav şêwazê lêhûrbûn, gûhertîn û vegûhertinê. Şiyarbûna Rêbertî ya jiyanê netênê ji bo însan bû, nêrandina wî ya li gûlekê, li moriyekê û hetanî li kevokekê pir çidabû. Mînak hindek kevokên Rêbertî hebûn, dema ku em diçûn nav kevokan hemû ji me direviyan, lê dema ku Rêbertî diçû gel kevokan hemû li ser wî kom dibûn.
(Berdewama wê sibê)