(Berdewama nivîsa doh)
NAVENDA NÛÇEYAN – Rojekê hevalê xort çûn nav kevokan ji bo resiman bikişînin hemû kevok ji ber wan reviyan Rêbertî got ma hûn ji xwe napirsîn çima heywan jî ji we direvîn, çima tevahî heywanan li dora min kom dibin û ji min narevîn. Nêrandina Rêbertî li her tiştekî manedayîn hebû. Rojekê çêlikeke kevokê ji çihê xwe ketibû, dayîka wê hingî ku lêdabû serê wê hemû xwîn kiribû. Rêbertî got ev ne wext firandina wê ye dayîka wê wê ceza kiriye û ji ber wê ewqas lêdaye. Xetayê heywanekê jî miqeyaseyî terzê însan dikir û di got hûn ji di jiyanê de pir xetayan dikin, em çi cezî bidin we? Rêbertî ji terzê her heywanekî jî nirxandinê pir biwete û encamgir dikir. Li gel Rêbertî nirxê herî mezin însanbû, lê parastina nirxê madî jî li gel wî pir pirozbû. Nimûne Rêbertî di karibû salekê eynî cilan li xwe bike, di hewşa akedemiyê de darê mişmişan hebûn Rêbertî çi mişmişa ku bi ketana erdê radikir û dixwar. Heta xwarina ku Rêbert dixwar jî di nav disiplinekê debû. Me çarekê bi Rêbertî re xwarin xwar di tebeqê me de pir xwarin mabû Rêbertî acizbû got lazime ku hûn hemû xwarina xwe xelas bikin. Di vir de pir qimet dida keda însan, digot ev xwarin encamê kedekê hatiye vir. Hemû jiyana Rêbertî di hindirê disîplînekê de û bi rêk û pêk bi rêve diçû. Pir çaran ez heyrana tampoya Rêbertî ya kar dirinê dibûm. Rojekê jiyana Rêbertî pir bala min kişand saet heft û nîvanê sibehê ji perwerdê dest kir. Hetanî saet 2 şevê belkî deh kar bi hevre kirin. Di jiyana Rêbertî de axaftina ku ez nikarîm, yan jî ez westiyame te nedidit. Rêbertî her tişt ji xwe destpê dikî û bi awayekî mitewazî bidora xwe ji dida kirin. Rêbertî gelek caran ji tevahî hevalan dipirsî û digot eger ku hûn ji min hez bikin, hûnê min rexne bikin. Di got çi rexnê we li ser min hebin bikin. Rêbertî li hember rexna û nêrînên însana pir mitewazîbû.
Rêbertî di vî milîde bi taybet pir li ser jin û ciwana radiwestiya. Hin di wê demê de Rêbertî ji bo serkeftina şoreşê dayîmî hêviyên xwe ji jin û ciwan tanî ziman. Di dîroka tevgera me de cara yekê Rêbertî hevalên xort girtîbûn girûpên lêhûrbûnê. Piranî hevalên ciwanbûn û ji bo pêşerojê her amade dikirin. Bi awayekî pir hûr û kûr li ser wan hevalan rasiwestiya. Rêbertî dayîmî dixwest ku kesayeteke bi îrade û bi xeta azadiyê bawer ava bike. Di şexsê wan hevalên lêhûrbûnê de dixwest diyaloka li ser kesayeteke azad û hevaltiyeke rest bi jinê re çawabe pêşdixist. Di vir de pir caran mînaka hevalê Fikrî baygel û hwd dida. Bi taybet li ser jinên ciwan pêşxistinê jî pir radiwestiya. Rêbertî ji jina bê îrade û çavê wê li destê zilam nefret dikir. Têbîra min çarekê ji mere civîn çêkir ev got pirsgirêkeke we ya biçûk heta pirgirêkeke mezin lazime ku hûn xwe mihtacî zilam nekin û hûn her bibin hêza çareseriyê. Dayîmî bernamê lêhûrbûnê dida pêşiya hevalê jin û hefte bi heftê lêhûrbûna wan dişopand kê çi pirtûk xwendibûna. Wê hevalê çi encam ji wê pirtûkê derxistibûna gohdar dikir. Bêgûman mirov nikarê Rêbertî li ser cand rûpelên kaxezê bilêv bike.
ji bo ku em Rêbertî baş fêm bikin, pêwîste ku em kesayet, felsefe û peradigma wî baş lêkolin bikin… Rêbertî fêm kirin di aynî demê de pêkanindine. Rêbertî fêm kirin di aynî wextê de dana jiyan kirine. Rêbertî nas kirin di eynî wextê de xwe nas kirine. Rêbertî fêm kirin, di eynî demê li hember hemû bê edaletiyê serî rakirine. Di encam de nav nîşana azadî û şareseriya hemû pirgirêkê cîhanê jî di felsefe û peradigma Rêbertî re derbas dibe…
Jiyan Herdem