TIL TEMIR – Bi slogana: ”Li dijî îxanet û Dagirkeriyê, Emê Teqez Serbikevin” Tevgera Ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên ciwan li rojavayê Kurdistanê meşeke drêj dane destpêkirin.
Meş li navenda bajarê Tiltemir saet 09:00 destpêkir, biryare heta 30ê mehê bighêje bajarê Dêrikê.
Bi navê çalakvanên meşê Mezlum Ereb daxuyaniya destpêkirinê da û got: Em li dijî dagirkerî û îxanetê meşa xwe ya drêj destpê dikin, emê heta bajarê Dêrikê bimeşin û banga me li tevahî ciwanane ku werin tevlê meşê bibin.
Herwiha balişand ser rewşa Eyin îsa û Dêrikê û got: Li aliyekî dewleta Tirk a dagirker li Eyin Issa, Zirgan û Tiltemir êrişên xwe zêde kirine û netewa demokratîk dike hedef. li aliyê din jî pêşmerge êrişê rojava dikin. Armanca wan eyniye û ji heman cih biryar hatiye girtin.