HESEKÊ – Piştî ku meşa Dirêj a Ciwanan gihişt bajarê Hesekê, Roja yekem a meşê bi dawî bû.
Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Cizîrê vê sibehê meşa xwe ya dirêj ji bajarê Til Temir da destpê kirin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bakur û rojhilatê Surye û îxaneta PDK ev meş lidar xist.
Tê diyarkirin ku ev meş sibe saatên sibehê de ji bajarê Hesekê dîsa destpê dike, û dê 7 rojan berdewam bike ta ku bighêja armanca xwe bajarê Dêrikê.