NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi pêşengtiya şoreşgerê mezin Ho Chî Min û fermandarê mezin Gîap li welatê Vîetnamê şoreşek çêbû. Cara yekem di dîroka nûcen (modern) de hêza emperiyalîst a Emerîka (DYE) tek çû û heta roja îro di bin bandora vî binkeftinê de derneket. Rixme ku ewqas mirov zindî hatin şawtandin û gel pir zor û zahmetî dît dev ji şoreşê bernedan û di sala 1974 çûn heta serkeftinê.
Serhildana yekemîn a giring di sala 1931 de li Vîetnamê pêkhat lê mixabin bindikeve. Vî deme Ho Chi Min sekreteriya partiya karkerên Vîetnamê û gelekî ji şoreş ku li Çîn pêşdikeve bandor dibe. Hem li Çînê hem jî li Vîetnamê di wan salan de kapîtalîzm hîn pir pêşneketî ye. Piranî gel jiyana xwe di nava gund de derbaskir. Çend bajar hebûn û di bajaran de dewlet bi hêz û bi bandor bû lê di nava gundan de zêde bandora dewlet tune bû. Bi vî rewşa pir dişibe rewşa Kurdistanê ya berê şoreşa PKK’yê. Şoreşgeran li Çînê di bin pêşengtiya Mao Zedung de diwxazin bi stratejiya “Şerê Gelê Demdirêj” biçin encamê. Dibêjin ku di destpêkê de xwe di nava gund û deştan de rexistin bikin ji ber ku dewlet di wan hereman de ne gelekî bi hêz e û di heman demê de jî mirovan di gundan de pewîstiya şoreşê hîn zêdetir hîs dikin. Gundiyan ji sibe heta evarê bê navber dişixiolin lê bi zorî jiyana xwe bidomînin.Li ser vî esasî gav bi gav gerîla avadikin. Di qonaxa duyemîn de xwestin gerîla mezin bikin û hemû deşt û gund û ciya bixin bin kontrola xwe. Ev tê wate ku dewlet ango dijmin tenê di nava bajaran de bi hêz e. Mirov dikare wekî qonaxa hevsengî binav bike. Di qonaxa seyemîn yan dawî gerîla êdî dikeve bajaran û bi piştgirîya gel dijmin derdixe. Bi vî awayî hêzên şoreşgerî li Çîn û li Vîetnam xwestin biçin encamê.
Pêşketina şoreşa Vîetnamê
Ji bo amadekariya şoreşa Vîetnam serokê gelê Vîetnam Ho Chî Min banga Gîap dike ku vî çaxe mamoste bû. Gîap û çend hevalên din rêdike Çînê ji perwerde eskerî bibînin û ev 34 kes bi çend çekan pistrê dîsa dizivirin Vîetnamê. Vî demê Vîetnam di bin dagirkeriya Fransa de ye. Lê di dema şerê cîhanê duyemîn (1939-1945) de Japonya ket Vîetnamê ji ber ku Japonya bi Hîtler re di nava îtîfakê de bû. Hîtler vî çaxê bi artêşa xwe Fransa bin xist û loma Fransa nema karîbû Vîetnam kontrol bike. Ho Chî Min jî dema raperînê dît û di 15. Tebaxê 1945 de li hemberî hêzên Japonya serî hildan. Japonya ji xwe bi paş ve dikşand ji ber ku Hîtler tekçû û Japonya jî nema karîbû xwe ser lingan bihele. Li ser vî esasî şoreşa Vîetnam serket. Ho Chî Min û hevalên xwe welatê xwe rizgarkirin piştrê jî hûkûmetekî ava dikin û gerîlayên wan dibin artêş. Lê Fransa serxwebûna Vîetnam qabûl nake. Piştî tekçûna Hîtler û rizgarkirina Fransa ji faşîzm hûkûmeta nû ya Fransa biriyar dide ku dîsa welat ku berê ji Fransa hatin dargir kirin lazime dîsa bikevin bin kontrola Fransayê. Loma leşkerên xwe dîsa dişînin Vîetnamê. Ho Chî Min jî dibîne ku bi artêşa xwe nikarin li hemberî teknîka Fransa û artêşa Fransa ya modern serbikevin loma biriyar didin ku artêşa xwe ya nîzamî belav dikin û dîsa dibin gerîla. Ho Chî Min tev hemû hevalên xwe û hemû wezîran jî bajar berdidin çek digirin û dest pe şerê gerîla dikin. Neh sala şerekî pir dijwar di navbera artêşa Fransa û hêzên şoreşgerî ya Vîetnam pêk tê lê di encam de di sala 1954 de hêzên şoreşê (Vîetkong) serdikevin.
(BERDEWAMA NIVÎSÊ SIBÊ)