Hesekê – Bi slogana “emê îxanet û dagirkeriyê têk bibin, emê teqez serbikevin” Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Herêma Cizîrê meşek dirêj lidar xistî bû. Îro jî meş di roja xwe ya 2’mîn de bi coş û moralek mezin didome.
Meş bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a Dagirker li ser Eyn îsa û bakur û rojhilatê Sûrye ve, û li dijî îxaneta PDK ve pêk tê.
Her wiha Doh Ciwanan meşa xwe ji Til Temir ve da destpê kirin, û bi saatên êvarê de gihiştibûn Hesekê. Îro jî bi saatê sibehê ve meş berdewam kir. û dê 7 rojan berdewam bike ta ku bighêjin armanca xwe bajarê Dêrikê.
Tê diyarkirin ku bi saatên êvarê de meş dighêje bajarê Amûdê.