NAVENDA NÛÇEYAN –
Însiyatîfa Zarokên Agir rêzeşewatên ku herê dawî pêk anîne parvekir.
Daxuyanî wiha ye:
“LI PAYTEXTA FAŞİZMA TİRK ENQERÊ DE ME AGİRÊ TOLÊ PÊXİST
Dîroka hezaran salî baş şahide ku me çiqas dagirkerên hov li ser vê axê paqijkirin. Û îro jî dagirkeriya tirk ya mirov û sînornenas ku xwe wisa diwerîmîne li ber pêla bayê agirê azadiya kurdan hew dikare xwe ragire. Her demekê de Kurdan xwe bi agirê pîroz azad û rizgar kiriye. Pêşiyê me kawayê hesinkar çawa agir kiriye nîşaneya azadiya welat em Kurdên roja îro jî heman awayî bi agirê tolê amadekariyên newrozan dikin. Ji ber vê yekê ye ku dijminên me niha di nava tirs û xofeke mezin de dijîn. Bang, gazî û hewara bi hezaran dayîkên şehîdan li me ferman dike ku em her tişteke girêdayî dagirkeriya tirk bişewtînin û ji welatê xwe biqewtînin. Kurd roja îro bi agirê pîroz her çar hêlên welat ji dijminê dagirker paqij dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin.
-25.12.2020 Li Paytexta Tirkan Ankara Sincan de 10 dikan bun xwelî.
-20.12.2020 Li izmîrê erebeya faşîstekê bû pêteke ji agir.
-24.12.2020 Li Aydin nazîllî otomobîleke tirkan bû xwelî.
-24.12.2020 Tekirdag benzinxane û marketa tirkan hevre hatin şewitandin.
-24.12.2020 Bursa înegolê binayeke 2 qatî ya mhp yiyan hate şewitandin.”