QAMIŞLO – Bi dirûşmeya “Li dijî îxanet û Dagirkeriyê, Emê Teqez Serbikevin” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên ciwan li Rojavayê Kurdistanê meşeke dirêj dane destpê kirin. Meşa Dirêj a Ciwanên Rojava li bajarê Til Temirê destpê kir û îro di roja xwe ya 3’emîn de didome. Îro wê çalakvan xwe bigihînin bajarê Qamişlo û li vir şahiyek lidar bixin.
Nûçegihanê me coşa çalakiya meşa dirêj ji hewayê ve kişand kamerayê. Em wan dimenan bi we re parve dikin.