QAMÎŞLO – Bi armanca li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK, tevgera ciwanên şoreşger a herêma Cizîrê meşek dirêj ji Til Temir heta Dêrik daye destpê kirin. Ji Til Temir heta Hesekê, ji Hesekê heta Amûdê, ji Amûdê heta Qamişlo. Ciwanên şoreşger meşa xwe di roja 3’mîn de didome.
Îro gel û dayîkên Qamişlo bi coşek mezin meşvanan pêşwazî kirin û ciwan bi moralekî herî bilind û bi meşeleyên agir derbasî nava bajar bûn. Her wiha gaziyên şer yên Rojava piştgirî dan meşê
Ciwanan û bi tevlîbûna gel nava kolanên bajar geriyan bi avêtina sloganan û teqandina fîşekên hewayî, piştre meş berê xwe da stadgeha şehîdên 12’ê adarê, li wir şahiyek bi moral hat lidar xistin