NAVENDA NÛÇEYAN – Dîroka mirovatiye tim li pey bersiva hin pirsan bûye. pirsên mîna Jiyan çi ye, mirin çi ye, jiyaneke herî bas û binirx çawa ye, bêmirinî û nemirî gelo gengaz e yan na her tim bingeha lêgerîna mirov cihên xwe girtine. ji ber ku mirin wek rastiyeke herî esasî li pêsiya hemû zindiyan de disekine û qasî ku em dizanin hê tu zindî xwe ji rastiya mirinê xilas nekirine van pirsan rojeva me mijul kirine.Ev rastiya ku ji bo hemû zindiyan derbasdar e mirovatî jî xistiye nava lêgerîneke pir kûr. Mirovatî bi Ol, Felsefe, Zanist, Hûnerê ve xwestiye jiyaneke bêmirin bidin ravekirin. bi hezaran sal bi van lêgerînan ve derbas bûye.
Li gorî xwesteka dîtina bersivê; kirin û jiyan jî hatiye diyarkirin. ji ber ku di encama ezmûna dîrokî ve hatiye dîtin ku jiyaneke bi lêgerîna heqîqetê bi serê xwe rêya nemiriyê jî diafrîne. Lêgerînvanên mîna Bruno, Hellacê Mensur, Sokrates, Babek,Manî di jiyana xwe de bi jiyana xwe ve nîsan dane ku mirov dema di $erê xwe yê ya heqîqetê de israrker be , hetta ji bo heqîqetê ger karibe canê xwe bide wê demê nemir dibin.
ev mînak îro jî rastiya xwe, bi heman siklê dibîne. Berxwedana Rêber APO ya ku ji bo rûmeteke bide jiyanê bi xwe raza nemiriyê ye. Heqîqata sehîden Kurdistanê bersiva jiyana herî rast e. Bi gotina Rêber APO “ mirineke birûmet rastiya her bas ya jiyanê ye”. ji ber vê yekê em dixwazin bibêjin ku insanên ji bo jiyaneke birûmet li ber xwe didin, têkosîn dimesînin, $er dikin û canê xwe didin namir in û nemir in.
Wek em dizanin pêngava ku ji aliyê KCKê hatibû diyarkirin eleqe û bersiveke pir berfireh ji hemû be$ên civaka Kurd û ji qada navneteweyî girt. “ Dem hatiye, Dem Dema Azadiyê” ji bo civakan ne tenê weke sloganek lê wek zaruriyetek hat dîtin. ji ber ku hemû daxwaz û hêviyên me di $exsê Rêber APO de tîr bûye û herkes dibîne ku heya Rêber APO azad nebe tu kes nikare behsa azadiyê bike.
li ser vê esasê ê ku herî zû û rast pêngav fehm kir û kete tevgerê hevalên li girtigehan bû.Îro dîsa li girtigehên Bakurê Kurdistanê û Tirkî girtiyên PKK û PAJKê di greva birçîbûnê de ne. wek pir caran erka ku hevalên li derva pêk bînin dîsa hevalên li zindanan dane ser milê xwe. Rixmê hewqas iskence, zordarî, fasîzm jî Dildarên Azadiyê bi vê berxwedanê ve canê xwe xistine do$eka mirinê. bi biryarî di sert û mercên herî zor de li hember vê fasîzmê sekna xwe diyar dikin.
her ciqas di dawiya grevên birçîbûnê de dibêtiya ( îxtîmala) mirinê hebe jî pêwîstî bi zanînê heye ku greva birçîbûne ne çalekiya mirinê ye; çalekiyeke herî mezin ya jiyanê ye ;ya jiyana rûmetê ye. di vê çalekiyê de hin xal û peyam hene pêwîst e ba$ were fehm kirin. peyama yekemîn ji bo dijmin û înkarkerê heqiqetê re ye. Bi grevê ve çalekvan bi dijmin re li hemberî teslîmbûnê, nokeriyê, îxanetê $erekî pir dijwar dime$îne. her çi dibe bila bibe berxwedan esas girtin heye. Gotina Heval Mazlum Doxan ya “ Berxwedan Jiyan e!” di vê astê de wateya xwe ya herî esasî digire. Jiyan yan dê birûmet were jiyankirin yan jî qet nayê jiyankirin.
peyama duyemîn ev e ku ger mirovek bixwaze xwe bigihîne azadiyê pêwîst e di oxira azadiyê de karibe her ti$tên pîroz feragatê bike. yan jî bi gotina Heval Kemal Pîr “ ji jiyanê qasî ku di oxira wê de canê xwe bide hez bike.”
peyama herî girîng jî ji me re tê dayîn. ev çalekî ne çalekiyeke ji bo hesabên biçuk hatiye dest pê kirin, ne ji bo sert û mercên girtiyan were sererastkirin hatiye destpêkirin. ev çalekî ne $exsî ye, bi tevahî civakî ye. Ji ber ku hemû çalekiyên azadiyê, civakî ne. û me hemûyan eleqeder dike.
çalekvan morala herî mezin dema civak xwedî li çalekiyê derbikeve digirin. her çalekiyeke ku em bikin, hêviya serkeftinê xurttir dike û derbeyek li dijmin dixe. Dijmin, dema ku çalekiya grevê bikeve rojeva hemû însanan; wê demê pa$ de gav diavêje. tirsa wê ya herî mezin jî ew e ku ev belavbûna çalekiyê ye û hestiyarbûna civakê ye. yanî zutir encam girtin di destê me de ye.
heya niha, di pêvajoyên krîtik de her tim dema ku CIWAN derketine kolanan encam hatiye girtin. çalekiyên ji bo Azadiya Rêber APO, çalekiyên li hember qetlîamên li Kurdistanê, çalekiyên li hember Fasizmê bi me dide xûyakirin ku dema ku ciwan û jinên ciwan rol û misyona xwe bînin cih wê demê dibe tirsa dijminan jî.
di vê pêvajoyê de rixmê hemû êrî$ên pergala kapîtalîst jî ciwanên Kurd û ciwanên antî-faşist berxwedaneke pir mezin dan ni$andan; $ev û roj li kolanan ji bo azadiyê qîr dikin û xewnên serdestan xira dikin. lê dîsa jî têr nake. ji bo me ciwanan rawestandin nayê qabulkirin. her kêliyên rawestandî ji bo dijmin derfetan ava dike. Heyecana ciwantiyê; biryarbûna ciwantî û hezkirina ciwanan ya li hember Rêber APO hêza ku dê dijmin têk bibe ye.
Lewra îro ji her demê zêdetir dema çalekiyan e, xwe rêxistinkirin e, darbe li fasîzmê dayîn e.
xwedî li çalekiyên zindanan derketin rûmet parastin e, li hember hemû leyistokên îxanetê, politikayên dagirkeriyê vale derxistin e.
Em wekî ciwanên Kurd pêwîst e vê yekê ba$ bizanibin ku ji bo me Bi Rêber APO re li Amedê hevdû hembêzkirin ne xeyaleke dûr e. bi berxwedana me ve em dikarin dijminê xwe bi xeyalên wê ve biruxînin.
ênca dem hatiye “Dem Dema Azadiyê ye” “Bijî berxwedana zindanan!”