Tirbespiyê – Vê êvarê meşa dirêj a Ciwanên Şoreşger ên herêma Cizîrê gihişt bajarê Tirbespiyê.
Bi pêşwaziya bi sedan gelê Tirbespiyê li pêşya bajêr de meş bi moralek mezin û bi Fîşekên hewayî derbasî nava bajar bûn. Meş bi avêtina sloganên “Bimre îxanet û dagirkerî” nava kolanê sûkê de meşiya, piştre meş berê xwe da navenda Ciwanên Şoreşger yê bajêr, li wir bi beşdarbûna bi sedan gel şahiyek bi moral hat lidar xistin. di şahiyê de ciwan xelekên govendê li derdora agirek mezin girtin.
Tê diyar kirin ku meş serê sibê di roja xwe ya 5’mîn de destpê dike ber bi Çilaxa ve dê bimeşe.