ŞEHBA – Îro ji aliyê tevgera xwendekarên demoqratîk ve meş hat lidarxistin.
Ji bo ku êrîşên li ser herêma Eyn Îsayê de tên ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tên kirin, li dijî wê meşa ku hat kirin him ciwan û him jî xwendekar bi moral û joşeke mezin tevlî bûn.
Her wiha di dawiya meşê de daxuyanî hat dayîn. Xwendekara bi navê Rîm dede daxuyanî xwend û wiha rêz kir ku çiqas dewleta Tirk pilanên xwe yên qirêj li ser me bide ferzkirin jî, wê tu car moral û vîna xwendekarên kurd neyê şikestin û wê ji bo mafê gelê xwe her tim têbikoşin. Bi silogana “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedaniya zîndana” û “Bimre îxanet” meş bi dawî bû.