TIRBESPIYÊ – Ciwanên herêma Cizîrê meşa xwe ya dirêj di roja xwe ya 5’mîn de didomînin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û îxaneta PDK meşek dirêj a 7 rojan lidar xist. Meş ji Til Temir destpê kir û ber bi Dêrikê ve didome.
Îro jî di roja xwe ya 5’mîn de meş ji Tirbespiyê destpê kir û ber bi Çilaxa ve dimeşe. Tê diyarkirin wê meş îro xwe bighîne Çilaxa.