NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 34’emîn de dewam dike.
Girtiyên siyasî, di 27’ê Mijdarê de bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan, bi dewr girtina koma 7’emîn re, di roja 34’emîn de dewam dike.