Girkê legê – Bi tevlîbûna bi sedan ciwan û xwendekarên herêma Cizîrê roja dawî a meşa dirêj a ciwanan ber bi Dêrikê ve destpê kir.
Her wiha bi coş û moralek mezin ciwan û jinên ciwan ji bajarê Girkê legê derdikevin û berê xwe didin bajarê Dêrikê ji bo ku meşa xwe bighînin armanca xwe ya dawî.
Tê zanîn ku îro roja dawî ya meşê, ewê êvarê şahiyek mezin li navenda ciwanên şoreşger a Dêrikê were lidar xistin.