NAVENDA NÛÇEYAN
Di sala 2020’an ji bo jinên welatparêz û şoreşger bû saleke tijî ya tekoşînê. Li dijî êrişên pergala erk û nexwaşiya qapîtalîzmê COVİD-19’yê, jinên ciwan 4 perçeyê kurdîstanê û Ewropayê bûn xwediyê tekoşîn û berxwedaneke bê hempa.
Covid-19’an ve em ketin saleke li hember jinê şidet û qetliamên zêdebuyî. Zêdebûna şîdet û qetlîaman ve berxwedana jinan jî rojeva cihanêde ciheki mezin girt. Li hember pergala erk ya patriyarkal jina serî hilda û li hember vê û qetliaman li gelek aliyê cihanê jin rabûn li ser piya.
-Di sala 2020’an de gelemperi sedî 30’yên jina diyarkirin ku li aliyê partnerên xwe ve tundî dîtine.
-Jin tenê rastê şideta fiziki na rastê şideta aborî jî tênê. COVİD-19’an ve tevlêbuna kar kêm bû. Ev şekleki giştî ya îstatîstîkî ji bo jina sedî 63, ji bo mêran jî sedî 94,
-Di sala 2020’an de tişta ku dexa xwe tekoşîna jinê xist Sudanê de pêşengtiya jinekî berxwedana gel ya Sudanê bû.
Lê belê êrîşên erk dewletê li dijî jinên kurd rastiyeke daha bi şewat derxist holê. Taybet bakûrê Kurdistanê û tirkiyê de feraseta dewleta faşist a li dijî jina ya bi tecawizkar û bi şîdetê jina û zarokan nesîbên xwe girtin. Leşkerên bi pere û çeteyên dewleta faşist li hember zarok û jinan gelek cara politikayên tecawuz û qetilkirinê ve hate rojevê. Ev tiştên ku em qal dikinê dibe ku di sala 2020 an de tiştên ku hatine qewımandin sedî 1’ê wê nayne li ser ziman. Li dijî ewqas tundiyan jin vala neman. Jinên ciwan gelek ciha xwe rêxistin kirin û qad kirin cihên çalekiyan. Em çavekî lê bigerînin
Bakûrê Kurdîstan û Tirkiye
Li Bakûrê Kurdistanê de di şexsê jinê de dewleta faşit dixwaze bi tecavuz û hwd ve gelê Kurd asîmile bike û li dijî vê jinên ciwan qadan de bûn. Di nav salê de bi kampanyaya “Bikeve Tevgerê” ve Koordinasyona Jinên ciwan a HDP’ê heman xeta çalekiyê de bû.jinên ku hatin windakirin, qetilkirin û tecawuzkirin yên wek İpek Er, Pınar Gultekin, Aleyna Çakır û Gulistan Doku ji bo wan derveyê qada Kurdistanê Tirkiyê de jî çalakî pêk hatin. Herî dawî li dijî faşizm û êrişên dewleta tirk, di bin navê seferbertiya mor de jinên ciwan çalakiyên xwe didomînin.
EWROPA
Giştiyê Ewropayê de jinên ciwan ên Kurdistanî û enternasyonalist, dawiya meha çileyê piştê kongreya jinên ciwan “Komîteya Avakirinê ya Tevgera Jinên Ciwan” çêkirin. Piştê civînên bi rêk û pêk Tevgera Jinên Cwan En Têkoşer hate îlan kirin. Rêxistina TEKO-Jin ve jinên ciwan xiz dan rêxistinbuyina xwe û li dijî İşgalên dewleta erk derketin qada û heman demê de gelek çalakiyên xweser jî pêk anîn.
BAŞÛRÊ KURDİSTAN
Di nav salê de Başûrê Kurdistan rastê êrişên dagirker û îxanetê hat. Li vir de yên ku herî zêde rastê tundiya hat dîsa jinên ciwan bûn. Him li Heremên Parastina Medya him jî di nav artêşa jin de jinên ciwan yên ku bûn pakrewan misyona girtin derveyê wan başaran de jî çalekî pêş xistin. Pêngava “EM DIBÊJIN NA”de jinên ciwan pêşentî kirin û li dijî qatlîaman, întixaran û îxaneta gotin NA.
ROJAVA Û BAKÛRÊ SURÎ
Rojavayê Kurdistanê de êrîşên dagirkeriya tirk sala derbas bu asteke jor de berdewam kir. Cihên ku hatin dagirkirin de xwestin ku di şexsê jinê de îradeya gelê kurd bişkênin. Dewleta erk ya ku êrişê şoreşa jin dike helbet yê di seri de êrîşê jinê bike. Ji vê ve girêdayi, çeteyên dewleta tirk jinên kurd revand, tecavuz kirin û qetil kirin. Li hember van dîsa jî jinên ciwan qadan de cihê xwe girt û di pêngava “EMÊ SERBIKEVIN” de cihên xwe bi avayekî şênber girtin. Dîsa di çarçova pêngava “EM DIBÊJIN NA” de jinên ciwan di nav kar û çalakiyan de cihê xwe girtin û rêxistinkirina Şerê Gelê Şoreşgerî de karê perverdekirinê jî pêk anîn. Disa li dijî zîhniyeta DAİŞ’ê jî bi awayekî aktîf rola xwe girtin û li dijî vê ferasetê gotin NA.