NAVENDA NÛÇEYAN –
Rayedarên Tirk ti demê niyeta xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê veneşartine û gelek caran bi eşkereyî niyeta dagirkirina Başûrê Kurdistanê anîne ziman û heqaret li Kurd û Kurdistanê kirine. Kerkûk û Mûsil weke du parêzgehên Tirkiyeyê bi nav dikin û ji Herêma Kurdistanê re jî hertim dibêjin ‘Bakurê Iraqê’. Herwiha şervan û gerîlayên Kurd bi terorîstî bi nav dikin û dibêjin, ew li ku derê werin dîtin, kuştina wan helal e. Her wiha Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Sileyman Demirel, gotibû, ”Eger Kurd li Efrîkayê jî konekî deynin, em ê wî konî rakin.”
Heta hizbên Kurdî yên ku alîkariya Tirkiyê dikin jî bi heman awayî têne dîtin. Her wiha ala Herêma Kurdistanê ku di destûra bingehîn a Iraqê de bi fermî hatiye naskirin jî, ji aliyê nijadperestên Tirk ve wek ‘Ala terorîstan’ tê binavkirin.
Stratejiya dewletê ye
Li gorî Misaqî Milî ya 28’ê Çile sala 1920’an, wîlayeta Mûsil (Başûrê Kurdistan) û beşek ji xaka Rojavayê Kurdistanê, ji ber dagirkeriya Osmaniyan weke beşek ji xaka Tirkiyê dihat hesibandin. Piştî şerê cîhanê yê yekê desthilatdariya Osmaniyan li ser wîlayeta Mûsilê û Rojavayê Kurdistanê bi dawî hat. Piştî peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’an, dewleta Tirk bi yekcarî û neçarî dest ji wîlayeta Mûsilê berda.
Lê tevahiya sedsala 20’an û ta roja me ya îro jî dewleta Tirk a dagirker dest ji niyeta xwe ya careke din dagirkirina wîlayeta Mûsilê û xaka Rojavayê Kurdistanê bernedaye. Qederê 100 salan di ser peymanê re derbas bûne, lê hîna jî dewleta Tirk van cihan weke xaka xwe dibîne û bi behaneyên cûda hewil dide careke din dagir bike. Rayedarên Tirk jî di axaftinên xwe de ti demê rastiya armancên xwe veneşartine: armanca wan zindîkirina Misaqî Millî ye, xak û neteweya Kurd û Kurdistanê jî nasnakin.
Ger keysa xwe lê bînin
Serokê Partiya Milletperest (MHP) Devlet Bahçelî ku şirîkê AKP’ê yê desthilatdariyê ye, di axaftineke xwe ya li ser Kerkûk û wîlayeta Mûsilê de dibêje: “Gava dema wê hat û rewş guncaw bû, gava ku dîrok neguncê li gel coxrafyaya îro, hingê Misaqî Millî wê zindî bibe. Piştî 81 parêzgehên Tirkiye wê Kerkûk bibe parêzgeha 82’an, Mûsil jî bibe parêzgeha 83’an a Tirkiyê. Ti hêz jî nikare me bisekinîne.”
Di dema lidarxistina referanduma Başûrê Kurdistanê de, Parlamenterê AKP’ê Selçuk Ozdag jî gotibû, “Ataturk jî beriya bimire, di şerekî de karî bajarê Hatayê vegerîne ser welatê me. Ger temenê wî dirêj ba û zû nemiriba wê Kerkûk û Musilê jî vegerandiba ser Tirkiyeyê.”
Yek ji wan Kurdan nas nake
Beriya referandûma Herêma Kurdistanê were lidarxistin, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan ji Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re got; “Hûn çi ne? we çi heye? Hûnê çawan dewletê ava bikin? Ger em rê li ser we bigrin wê tiştek nebe hûn bixwin, tiştek jî wê nebe hûn li ber xwe bikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çawuşoglu piştî lidarxistina referanduma Herêma Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê wek bakurê Iraqê bi nav kir û got: “Ger li bakurê Iraqê her êrişek li ser Tirkmenan were kirin, yan jî ziyan bi bazirganiya Tirkiyê bikeve, em ê li dijî herêmê dest bi êrişa leşkerî bikin.”
Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylu jî di hevpeyvîneke xwe de wekî ku mizgîniyeke xweş bide, qala kêmbûna hejmara Kurdan kir û got: “Destpêkê Kurdan her yekî 10 ta 15 zarokên wan hebûn, lê niha ne wek berê zêde ne.”
BOTAN GERMIYANÎ
ROJNEWS/SILÊMANÎ