NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Firaz Garzan derbarê pêvajoya heyî ji ajansa me nirxandinên giring kir û bal kişand ser erk û berpirsyartiyên ciwanan yê demê. Di nirxandinên xwe de xeta çalakiyan ya li dijî faşîzma dewleta tirk jî nirxand. Firaz Garzan her wiha di demên dawî li ser ciwan û jinên ciwan ku polîtîkayên destdirêjî, tecawîz, fuhûş û maddeyên hîşbir pêk tê nirxandin û da diyarkirin ku pêwiste malbat zarokên xwe ji wezîfedarê dewletê û ji kesên bi unîforman dûr bixe.
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Firaz Garzan di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Destpêkê di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ hevalên ku gihiştin şehadetê mîna Nucan Esmer, Hûseyin Malatya û Yilmaz Dersîm em bi rêzdarî bibîr tinîn û soza têkoşînê gihandina serkeftinê li ber tevahî şehîdên şoreşê nû dikin.”
Befirehiya nirxandinên Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Firaz Garzan wiha ye:
‘AZADIYA RÊBER APO BI TÊKOŞÎN Û ERK GIRTINA CIWANAN PÊKANE’
Ev 21 salin li ser Rêber APO tecrîdek ku mînakê wê nîne tê meşandin. Tecrîd di şexsê Rêber APO di serî de li ser Gerîla û Gelê Kurd û bi vê re girêdayî li Rojhilata Navîn pêk tê û di esasê de li ser tevahî cîhanê jî bandora xwe dike. Bi tecrîdê ve armanc dike ku gelê Kurd û hêza têkoşînê esîr bigre, di esas de dixwazin fikir û felsefeya Rêber APO ji gel dûr bixin û dixwazin bandora fikrê Rêber APO asteng bikin. Wusa armanc dikin ku civakê bixe bin venêra xwe û dixwazin qir bikin. Tecrîd wiha pêk tê. Tecrîda li ser Rêber APO di rojeva me ya esasî a Ciwanan de ye. Rojeva me a ciwanan a esasî tecrîda li ser Rêber APO ye û bidawî kirina wê ye. Armanca me a ciwanan ya serek azadiya Rêber APO ya fîzîkî ye. Li ser vî esasî ger ciwan bi dînamîzma xwe, bi rihê xwe ê ciwan tevlî xebatan bibe, ger ciwan erka dirokî ku dikeve ser milê wan pêk bine ew dem wê azadiya Rêber APO a fîzîkî pêk were. Bêguman ger em bibuya xwediyê têkoşînek têrker, ew dem belkî di şert û mercên wiha giran de pêwistî nedima ku berxwedanvanên zindanan bikeve nava çalakiyan. Loma ji ber me têkoşînek têr û tijî neda meşandin, di pêvajoya heyî de berxwedanvanên zindanan berpirsyartiyek wiha dirokî girte ser xwe û greva bîrçîbûnê dan destpê kirin. Di diroka me de berxwedanên zindanan xeta serkeftinê temsîl dike. Li ser vî esasî em di wê baweriyê de ne ku wê bigehêje serkeftinê. Em berxwedanvanên PAJK û PKK’ê û çalakiya greva bîrçîbûnê silav dikin, em di wê baweriyê de ne ku wê teqez biserbikevin. Wek ciwan, em ê di vê pêvajoyê de bi berpirsyartiya xwe re rabin û bibin layîkî vê, em bikevin nava tevgerê û bi rola xwe ya pêşeng a di pêngava ‘Dem dema azadiyê ’ de rabin. Li ser vî esasî em ê hêz bidin xebatê xwe yê rêxistinkirinê, emê pêngavê bi serkeftî bi encam bikin.
‘POLÎTÎKAYÊN TECAWÎZ, FUHÛŞ, MADDEYÊN HÎŞBIR BI DESTÊ DEWLETÊ TÊ PÊŞXISTIN’
Bêguman faşîzm ji bo ku xwe li ser piyan bêhêle, hin bêtir êrîş dike. Di faşîzm û diyardeya dijmin de jî ev yek heye. Dijmin wê êrîşî bike, wê bixwaze tune bike. Ji diroka 2014’an ve plansaziya têkdanê di meryetê de ye, dixwazin gelê Kurd û tevahî Ciwanên Kurdistanê di qetlîaman de derbas bikin. Dijmin êrîş dike, zextan pêk tine, dixwaze civakê bitepisîne, îradeya wê bişkine. Pêwiste em diyardeya dijmin bigrin dest. Tenê bi gotinên vaye zext heye, faşîzm êrîş dike, yan bi protesto an jî daxuyaniyê çapemeniyê sinordar mayin, bi helwestên nedilxweşî wê faşîzm nikarî were hilweşandin. Pêwistî bi rolek û misyonek hin aktîftir heye. Taybet ciwan bi dînamîzma xwe, rihê xwe pêwiste bersivê di cih de bide. Faşîzm encax bi têkoşînek hin xurttir û berxwedanê hilweşe. Ji bilî vê tenê bi sekinandin, mezekirin re faşîzmê wê paşde neçe, wê têkneçe. Kiryarên faşîzane di serî de wek tecawîz, kuştin, qetlîam, fuhûş, maddeyên hîşbir û her wekî din, bi rêbazê şerê taybet dixwaze ciwanan dorpêç bike, îradeya wan bişkine û wan ji rol û mîsyona wan a dirokî derbixe. Li Kurdistanê ev polîtîkayan hemû di çarçaoveya polîtîkayên faşîzane di meryetê de ne û bi zanebûn bi destê şerê taybet ve tê rêvebirin. Li Kurdistanê di bin hemû tecawizan de kiryarên kontrawî hene. Ev ne wusa kiryarên cend kesên xwenezan û bêhişmendî ye. Ev kiryarana bi destê dewletê bi polîtîkayên plansazkirî di jiyanê de pêk tê. Êlih, Sêrt û li gelek bajarên Kurdistanê ev kiryarana êdî ji kontrolê derketine. Wusa dixwazin di serî de îradeya Jinên Ciwan û bi vê re girêdayî ya tevahî ciwanan bişkine û teslîm werbigre. Dixwazin ji rojeva esasî, rol û mîsyona wan dûr bixe. Ciwantiyek ku hatiye tevizandin dixwazin bidin ava kirin. Ciwantiyek ku nizane çawa jiyan dike dixwazin bidin ava kirin. Yê wan polîtîkayan dimeşinîn piraniya wan bi unîformaye. Di serî de Gelê Kurdistanê û tevahî gelê Tirkiye bila zarokên xwe ji kesên bi unîforma dûr bixin. Hemû Wezîfedarê dewletê tecawizkarên potansiyel in. Faşîzm jî li ser vî esasî xwe dispêre ajo. Di nava polîtîkayên faşîzmê ya wê bibe tecawizkar an jî wê di nava polîtîkayên faşîzmê bê tecawiz kirin. Diyardeya esasî ku xwe dispêrê ajo ye. Di vê wateyê de pêwiste hemû malbatên me li Kurdistanê zarokên xwe ji wezîfedarê dewletê, mamoste, mixtar, polîs û eskerê dewletê dûr bixin. Hemû kesên ku unîformayên dewletê lixwe dikin ne tenê potansiyel, bixwe polîtîkayên tecawizkirinê dimeşinîn. Li ser vî esasî pêwiste malbatên me zarokên xwe ji wezîfedarê dewletê, ji hemû saziyên dewletê dûr bixe û nehêle biçe nava wan. Encax wusa bên parastin. Wek polîtîkayek tê meşandin, bila wek cend bûyeran neye destgirtin. Dixwaze li ser giştî civakê belav bibe. Li Kurdistanê hemû polîtîka di vê çarçoveyê tên meşandin. Yên tên kuştin ne tenê wusa bûyerên dadmendî ne. Ger em gelek bûyeran bidin ber hev ew dem wê derkeve holê ku ev kiryarên kontra ye. Ji ber vê gotinên wek çima faşîzm êrîş dike, çima faşîzm wiha dike pêwiste nebin. Tenê bi şermezarkirinê, bi daxuyaniyên çapemeniyê faşîzm nayê şikandin. Bi rola pêşengtî ya hin aktîftir, bi çalakiyên gireseyî û bi têkoşîna topyekun faşîzm dikare were şikandin.
‘JIYANEK BI PÎVAN Û RÊGEZ WÊ FAŞÎZMÊ HILWEŞINE’
Ewqas êrîşên faşîzane hene, li ser nirxên me êrîş hene, li ser gorîstanên şehîdan êrîş hene, li ser Rêber APO ewqas zext heye, li ser Gerîla êrîş hene, ew dem em pirs dikin ‘Ciwan çi dikin?’. Pêwiste li rol û mîsyona xwe a dirokî xwedî derkeve. Pêwiste rola xwe a pêşengtî di her qadê de bicih bine. Tenê bi xebatên ciwanan ve sinordarmayin na, pêwiste berxwedanê di nava hemû civakê mal bi mal bê belavkirin. Ciwan pêwiste hîşmendiya vê berxwedanê bixe nava civakê. Li ser vî esasî pêwiste civak bikeve nava tevgerê. Ger wusa bê kirin ew dem faşîzm dikare were şikandin, azadî dikare were bidest xistin. Pêwiste em dijmin wiha negirin dest, tenê bi êrîşên leşkerî, bi zext û binçavkirinan, ev ne tenê kiryarên dijminin. Em wek ciwan ger li dijî jiyana kapîtalîzmê pîvanên redkirinê pêşbixin, ew dem emê bersivê bidin jiyana moderniteya kapîtalist. Wiha kirin di jiyana xwe de pîvan û rêgez aktîfkirin wê faşîzmê bikare were hilweşandin. Em têkoşîna jiyanî biserbixin, dijminê me wê ne wusa dijminekî xurt be. Ji dirokê ve heta niha tucarî wusa bêhêz neketiye, tecrîd û deşifre nebuye. Îro faşîzma Akp-Mhp bi hemû polîtîka û kiryarên xwe destpêkê li Rojhilata Navîn, li qadên ku gelê Ereb lê jiyan dikin û li tevahî cihanê deşifre buye. Cihan û mîrovahî ew qebûl nakin. Gelê Rojhilata Navîn êrîşên dewleta tirk a dagirker ji bo xwe wek gef dibine û helwestên xwe raber dikin. Faşîzm ne di rewşek wusa xurt deye ku encam bigre. Berovajî vê pirr lawaz ketiye, ji ber vê ewqas êrîş dike. Ger em wusa bixwinin ew dem emê bikarin derbên kuştine li faşîzmê bidin.
‘CIWAN WÊ BI TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN’
Em wek ciwanan, di rewşek wiha ku faşîzm topyekun êrîş dike, ava kirina Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî bi wate dibinîn. Em wek gavek ku besiva dirokê hem jî bersiva roja me ya îro didin dinirxînin. Xebatekî giring e. Ev xebat ji ber ji nifşên 68’an heta roja me ya îro, taybet ji Mahir Çaya û Deniz Gezmîşan ku ev kevneşopî hatiye roja me ya îro û li vê xwedî derdikeve, em bi wate dibînin. Dİ rewşek wusa ku faşîzm topyekun êrîş dike, têkoşîna yekbûyî meşandin wê faşîzmê şûnde bibe, faşîzmê têk bibe. Em di wê baweriyê de ne ku wê di xebatê xwe bi awayekî aktîf civakê bi giştî rêxistine bike, bi taybet yê li metropolên Tirkiyê û Kurdistanê. Em hêvî dikin ku ev xebat wê bibe xebatekî yê civakê zane dike, dixe nava tevgerê, serhildanên gel birêxistin dike. Em di wê baweriyê de ne ku wê bi têkoşîna hevpar biserkevin. Di vê wateyê de em ji xebatê wan re sekreftinê dixwazin.
‘ŞOREŞGERTÎ LI SER TORÊN NÎGAŞÎ NABE’
Pêwistî heye ku mirov derbarê bikar anîna torên nîgaşî de cend tiştan beje. Rêber APO nîgaşî wek milekî ji qirkirina civakê pênase dikir. Di pratîkê de polîtîkayên qirkirinê tê meşandin. Teşwîqkirina torên nîgaşî di vê wateyê de wek amûrekî şerê taybet bikar anîn pêwiste bê rexnekirinê. Em wek ciwan dikarin torên nîgaşî wek amûrekî birêxistinkirinê bikar binîn. Torên nîgaşî dikare bi zanebûn bê bikar anîn. Yê bêyî zanebunekê torên nîgaşî bikar bine, wê dikeve rewşa ku ji cewherê xwe derdikeve û ji rastiya xwe dûr dikeve. Faşîzm bi cend gotinên ku li ser torên nîgaşî bê parvekirin, an jî bi cend twitan nayê hilweşandin. Dijmin vî tiştî dixwaze. Dibêje bila ciwan li ser torên nîgaşî hemû hêrsa xwe û hêstên xwe vala bike. Torên nîgaşî di ve wateyê wek armancek şerê taybet tê bikar anîn. Şoreşgertiya torên nîgaşî nabe, şoreşgertî di nava civakê bi pêşengtiyê kirin, bi derbên kuştine li faşîzmê xistin encax bibe. Kedek mezin tê xwestin. Jixwe karê şoreşgertî ewe ku zoriyê biserbixe. Ciwan pêwiste xwe di nava civakê de birêxistin bike. Divê ciwan hêrsa komkirî a civakê rast rêve bibe, û veguherînin serhildanên gel.
‘BI RÊXSTINÎ Û PERWERDEYÊ NIRXÊN CEWHERÎ YÊ ÇAND Û HUNERÊ DERXIN HOLÊ’
Ciwanên Welatparêz û Şoreşger wê xwedî li rol û mîsyona xwe a dirokî derkeve. Di rewşek wiha ku faşîzm nahêle civak hilmê bistine, ku ew bê nefes hiştiye, pêwiste di mercên wiha de ciwan xwe birêxistin bike, xeta rast a çalakiyan diyar bike û bi vî awayî bersiv rast bide. Taybet di qada Çand û Huner pêwistî birêxistinkirinê heye. Divê mûzik û hunera xwe bixwe biafrine. Divê bixwe stranên xwe bêje. Ji çand popûler dûr, divê nirxên xwe ê cewherî derxe holê û vê bide meşandin. Ji bo ciwan ji pêvajoyê re bersiva rast derxe holê, xeta çalakiyan a rast biafrine, divê esas li ser xebatê perwerdê bê rawestandin. Ciwanên xwe perwerde bike dikare ji pêvajoyê re bibe bersiv. Ciwanên dijminê xwe baş nas bike, bûyeran rast bixwine dikare ji pêvajoyê re bibe bersiv. Dema xwe bi fikrê Rêber APO û felsefeya wî xwe têr û tijî perwerde bike, ew dem tu polîtîka nikare xwe di nava me de bide jiyan kirin. Ciwanên xwe bi fikir û felsefeya Rêber APO perwerde bike, dikare Ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Tirkiye birêxistine bike, heta dikare tevahî civakê jî rêxistin bike.
‘TÊKOŞÎNA LAYÎKÎ CIWANAN NAVA REFÊN GERÎLA YE’
Di dawî de em dibêjin ku bila ciwan cihê xwe di nava refên Gerîla de bigrin. Têkoşîna rewa û layîkî ciwanan têkoşîna nava refên Gerîla ye. Îro têkoşîna herî aktîf ku tê meşandin di nava refên Gerîla de ye. Yê ji pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ pêşengtî dike dîsa Gerîla ye. Ciwan li kidere dibin bila bibin, divê xwe birêxistin bikin û bersiv bidin faşîzmê. Divê di nava refên Gerîla rola xwe ya pêşengtiyê bîlize. Ya layîkî ciwanan ew ku cihê xwe di nava refên Gerîla de bigrin, ewe ku bersiva xurt bide faşîzma qirker a t.c yê.