NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a qirker piştî serketina Jeo Biden di hilbijartinên serokatiya DYE`yê de, kete nava fikaran. 51 roj man ku Biden û tîma xwe li Qesra Spî dest bi erka xwe bikin. Dewleta Tirk jî di vê demê de ku Emerîka bi guhertina hundirîn mijûl bûye, hewl dide beriya rêveberiya nû ya Emerîkayê hevsengiyeke nû li herêmê biafirîne û xwe li ser rêveberiya nû ferz bike.
Ji hevpeymana Qerebaxê ta dewamkirina şandina çekan ji bo Lîbyayê û hewldanên astengkirina çareseriyên siyasî li Lîbyayê, vegerandina têkiliyan bi Erebistana Siûdî re û nêzîkbûna wê ya ber bi Yekitiya Ewrûpayê (YE) ve, êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û Iraq û hewldanên derxistina şerekî navxweyî di navbera hêzên Kurd li Başûr de, îstifaya wezîrê aboriyê yê Erdogan û amadekariyên tîmeke nû ji bo rêveberiya Emerîkayê ya nû re, herî dawî jî êrişên wê yên dijwar li dijî Eyn Îsayê, alavên nû yên dewleta Tirk in ku pê derkeve ser dika rêveberiya nû ya Emerîkayê.
Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî ev 40 roj in dewam dikin, û ev hefteyek e êrişên wê dijwartir bûne. Dixwaze herêmên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Erdogan, bi rêya têkiliya xwe ya şexsî bi Trump re, beriya 20’ê Çileya 2021’ê ku erka Trump bi dawî dibe, dixwaze sûd ji vê wextê bigire û hîna zêdetir pirsgirêka Sûriyê girêktir bike û dagirkeriya xwe berfireh bike.
Lê pirsa ku derdikeve pêşberî me, çima Eyn Îsa? Eyn Îsa, ji ber cihê xwe yê cografîk stratejîk e. Mirov dikare girîngiya Eyn Îsayê bi 3 xalan şirove bike:
a) Navçeya Eyn Îsa, li ser rêya M4 a navneteweyî ye, kîjan hêz karibe rêya M4 bixe bin serweriya xwe, di warê joepolîtîk û aborî de, wê xwedî giraniyeke mezin be û xwe li ser maseya çareseriyê ferz bike.
b) Eyn Îsa wekî pireke di navbera herêma Cizîrê û Firatê de ye. Lewra dewleta Tirk dixwaze bi dagirkirina Eyn Îsayê, di navbera herêma Firatê û Cizîrê de qut bike. Bi vê yekê re ne tenê di navbera Kobanê û Cizîrê qut dibe, di heman demê de bandorê li ser Minbicê heta Şehbayê û Reqayê dike.
c) Eger navçeya Eyn Îsayê bê dagirkirin, dewleta Tirk wê bi vê yekê sînordar nemîne û dibe ku Eyn Îsa bibe deriyê dagirkirina Kobanê heta Reqayê.
Çavdêr dibêjin, dewleta Tirk ji bilî armancên xwe yên stratejîk, bi van êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsayê, hewl dide fişara li ser xwe li herêma Idlibê piştî vekişandina hêzên xwe ji nuqteyên xwe ji herêmên “bêçek” kêm bike. Nexasim piştî vekişandina hêzên artêşa Tirk ji nuqteyên di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê de, êdî gelê Idlibê baweriya xwe zêde bi dewleta Tirk nemaye û rastiya dewleta Tirk bêhtir fêm dike.
Ji helwêst û daxuyaniyên Emerîka û dewleta Tirk diyar dibe ku Emerîka heta niha rê nedaye ku dewleta Tirk herêmên nû yên Bakurê Sûriyê dagir bike. Lewra dewleta Tirk wê êrişên xwe yên provoksyonê bidomîne, heta ku rêveberiya nû ya Emerîkayê dest bi erka xwe bike û siyaseta wê ya derbarê Rojhilata Navîn û nexasim Sûriyê de diyar bibe.
Li navçeya Eyn Îsayê, hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê bi destûra Rêveberiya Xweser û QSD`ê bi cih bûn; heta niha li hemberî van êrişên dewleta Tirk ew bê deng in. Dema ku Rûsya û hêzên rejîmê derbasî Rojhilatê Firatê bûn, hêviya wan ew bû ku Rêveberiya Xweser û QSD teslîm bibin û destketiyên xwe hemûyan ji dest bidin. Lê tiştên ku hêvî dikirin, pêk nehatin û QSD`ê û Rêveberiya Xweser statuya xwe parast. Ji ber vê yekê jî Rûsya bi rêya êrişên dewleta Tirk fişarê li QSD`ê dike da ku radestî wan bibe yan jî bibin hêzeke girêdayî Rûsyayê û di bin fermana wan de bixebitin.
Li gorî diyar dibe, Rûsya jî heta niha destûr nedaye ku dewleta Tirk Eyn Îsayê dagir bike, li hemberî dagirkirina Eyn Îsayê Rûsya tiştên gelekî mezin ji dewleta Tirk dixwaze, wekî vegerandina saziyên rejîmê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û rêvebirina dergehên sînorî. Lê di vir de, ne tenê Tirkiyê qebûl nekiriye, heta niha rejîma Sûriyê û Îranê jî qebûl nekiriye.
50 rojên li pêşiya me, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û nexasim ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî girîng in. Lewra divê Rêveberiya Xweser xebatên xwe yên dîplomatîk xurttir bike û têkiliyên xwe bi her aliyî re bi pêş bixe.
Kendal Cûdî
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA