NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 37’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 8’an dewr girt di roja 37’an de didome.
Li Girtîgeha Kurkçulerê li 8 girtiyên ku li ber binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî rabûne, 2 mehan cezayê şandina name û faksan û mehekê jî cezayê hevdîtina vekirî hatiye birîn.
Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F’yê li 8 girtiyan cezayê pêwendîdanînê hatiye birîn. Ji ber ku girtî li ber binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî rabûne 2 mehan cezayê şandina name û faksan û mehekê jî cezayê hevdîtina vekirî hatiye birîn.
Di 2’yê Mijdara 2020’an de gava gardiyan êrîşê dibin ser girtî Bekr Kûdak û paşê wî dibin hucreyê, girtiyê nexweş Kemal Ozelmali, girtî Harûn Kaya, Mehmet Emîn Vûral, Nazim Çoker, Savaş Can, Abdullah Yilmaz û Sedat Şîmek bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya dengderxitinê li dar dixin û li deriyan didin. Piştî çalakiyê Serokatiya Desteya Dîsîplînê, derbarê Kûdak û 7 girtiyên din de lêpirsînê dide destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya her 8 girtiyan hatiye girtin.
CEZA
7 girtiyan di îfadeya xwe de aniye ziman ku ji ber tecrîd, pêkanên kêfî yên li girtî û bêhiqûqîtiya li hevalê wan Kûdak hatiye kirin prostesto bikin çalakî li dar xitsine. Kûdak jî di îafdeya xwe de gotiye, di 20’ê Tebaxa 2020’an de wî anîne girtîgehê û gav wî anîne 10 gardiyan û sergardiyanek lê xistine û paşê wî xistine odeyeke ser hewadariya wê bi têlan girtî û wekî “odeya tecrîdê” tê binavkirin. Kûdak, di îfadeya xwe de aniye ziman ku di heman rojê de 5 gardiyanên din jî hatine û lêxistine û bi hinceta “karantînayê” meh û nîvek di hucreyê de hatiye hiştin û hevalên wî jî li ber van pêkanînên kêfî û bêhiqûqî rabûne û bi awayekî demokratîk protesto kirine.
Di çarçoveya lêpirsînê de bi îdiaya “berzkirina dirûşmeyan û gotina sirûdê” 2 meh cezayê şandina name û faksan û mehekê jî cezayê hevdîtina vekirî li her 8 girtiyan hat birîn.