NAVENDA NÛÇEYAN – 30’yê Kanûna 2020’an de Tîma Şehîd Harûn Koçer di çarçova pêngava “Dem Dema Azadiyêye” de çalakiyeke sabotajê pêk anî.
Ji gor daxuyaniya YPS’ê çalakî li dijî karsaziya serokê navçeya Bodromê ya AKP’ê Osman Gokmen hatiye kirin.
Karsaziya ku taxa Yahşî, Caddeya Cumhuriyetê de cîh digirt piştê çalakiyê bi tevahî îmha bû.
YPS’ê daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta pergala faşizmê ya ku li dijî kurda têk here ewên çalakiyê xwe berdewam bikin.