NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara 212’an a Kovara Stêrka Ciwan bi manşêta, ”Rêbertiya azad, Kurdistana azad, Êzîdxana azad wê teqez bên pêkanîn!” derket. Di kovarê de mijara ”helwesta ciwanan a li dijî xayintiyê” hate nirxandin.
Di hejmara Çile de Komkujiya Parîsê cih girt.
Nirxandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku civakîbûnê ji hêla dîrokî û sosyal ve dinirxîne bi sernavê ”civak şertê hebûna me ye” di kovarê de cih digire.
Nivîsên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di kovarê de hatine weşandin.
Di beşa jinê de ya kovarê Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî li ser êrîşa modernîteya kapîtalîst a li ser nasnameya jinê û berxwedana jinê ya dijî vê nirxandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi nivîsa xwe ya bi navê, ”Rêxistinbûn li dijî faşîzmê çalakî ye”, balê dikişîne ser girîngiya têkoşîna rêxistinî.
Wûn dikarin bi riya vê navnîşanê xwe bigihînin Hejmarê Çileyê ya Kovara Stêrka Ciwan: