NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Leyla Şaylemez ragihand ku 31’ê Kanûna 2020’î saet di 16:50’î de li Çatalca ya Stenbolê, li dijî febrîqeya saetê ya bi navê Aypaşê ya hevkarê AKP’î Alî Yorur çalakiya sabotajê kirine. Di encama çalakiyê de xisareke mezin rû da.
Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku çalakî ji bo silavkirina berxwedan greva birçîbûnê ya li zindanan hatiye lidarxistin.