NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên ku girêdayê dewleta Tirk darên zeytûna yên Efrînê dibirin. Diyar bû ku ev grup çeteyên bi navê Cepheya Şamê ye.
Piştê dagirkirina Efrînê dewleta faşist a Tirk û çeteyên girêdayê wê hezaran darên Efrînê birîn. Ev dîmenên em parvedikin de jî xuyaye ku dagirkeriya tirk tenê qirkirina kurdan ve sînordar namîne, dijmintiyê xwezaya Kurdistanê re jî dike.
Li gor çavkaniyên me yên heremî diyar bu ku darên ku tên jêkirin li ser rêya çeteyan difroşin şîrketên taybet yên Tirka.