NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên ji doza Partiya Komînîst, Lenînîst û Marksîst (MLKP) ji bo destekdayîna greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Mijdarê dabû destpêkirin, 7’ê Çileyê ji bo 5 rojan dikevin grevê. Zeyneb Yeter û Denîz Aytaç ên li ser navê girtiyên ji doza MLKP’ê ne daxuyanî da got: “Dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Her carê li dijî hewldanên teslîmgirtinê gelê Kurd ê ev bi berxwedanê vala derxist, wê bi berxwedana xwe polîtîkayên tecrîd û zextê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan têk bibin. Em bi hêvî ne ku wê polîtîkayên tecîd û zextê yên mêtinger û faşîstan bi berxwedana yekbûyî têk biçin, bang li gelê xwe dikin mil bi milên berxwedêrên grevên biçîbûnê cih bigirin.”