KOBENÊ – Duh çalaliyên pêngava greva birçîbûnê li Kobanê bi beşdariya 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Dê çalakî heta 9’ê vê mehê bidome. Ew çalakî ji bo piştgiriya girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de yên ku ji 39 rojan ve, dest bi greva birçîbûnê ya bi diruşma”Dem dema azadiyê ye” û bi armanca rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan, kiriye.
Duh Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê kona greva birçîbûnê li Qada Şehîd Egîd bi diruşma”Em di dema azadiyê de ne, êdî ji tecrîdê re bes e Ji rêber Apo re azadî”, veda.
Di roja duyemîn de, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qada Jina Azad kom bûn û bi meşekê ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû û serdana konê çalakiyê kir. Ciwanên diruşma “Em ê bi rihê berxwedana girtîgehan komployê têk bibin û bi rêber Ocalan re azad bijîn” berz kirin.
Piştî ciwanan gihaştin bin kon, berdevkê Meclisa Ciwanên PYD’ê ya herêma Firatê daxuyaniyek bi navê ciwanên şoreşger xwend û tê de wiha hate gotin:
“Hê jî dewleta Tirk a faşîst bi êrişên xwe yên li dijî herêmên kurdan û dagirkirina wan, tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike. Dewleta Tirk bi dagirkirinê tenê nekir, lê belê siyasetên bi armanca şikandina vîna gelan pêk tîne. Ew jî bi rêya girtina parlamenter û sivîlên Kurd e.
Bi zêdekirina girtina azadîxwazên Kurd ji hêla dewleta Tirk ve, asta têkoşînê ya girtiyan bilind bû û dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev berxwedana leheng xwe dispêre berxwedana rêber Apo, berxwedana şehîd Mezlûm Doxan û hevrêyên wî.
Em ji kelha berxwedanê Kobanê, berxwedana qehremanên greva birçîbûnê ya di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de silav dikin û em ciwanên PYD’ê li rex berxwedana we ne û bang li tevahî çînên civakê dikin ku tev li berxwedan bibin û li dijî sûcên dewleta Tirk tê bikoşin.”