NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Ji Bo Demokasiyê (DÎB), têkildarî rejîma AKP’ê ya li Zanîngeha Bogazîçiyê daxuyaniyek da, ku bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’ê Melîh Bûlû ji bo rektoriya zanîngehê hatibû tayînkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, divê kelemçe li azadiya akademiyê neyê xistin û hate bibîrxistin ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê cara ewil e ku rektorek ji derve tayînî zanîngehekê tê kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi destê serokkomariyê dixwazin zanîngeh ango akademiyan bixin bin kontrolê û dixwazin bi van sepanên tayînkirina rektoran zanista zanîngehan û azadiya akademiye tune bikin û zanîngehên xweser ên destûra bingehîn bi desthilatdariyê ve werin girêdan.
Di daxuyaniyê de hat xwestin, demildest tayînkirina rektorê Bogazîçiyê û zanîngehên din werin betalkirin û xwendekarên xwepêşandan li dar xistine û hatine destgîrkirin werin berdan.