“Pêkanînên li vir pêkanînên li Kobanê derbas kirin. Dewlet zilmê ji Gelê Kurd re rewa dibîne. Lê gel serî netewand û natewîne. Kolanan terk nake. Bi gotina ‘Em têk naçin’ diqîrin. Li hemberî gelê Botanê qirkirinek pêk hat. Heger îro deng nedin Botanê sibê dê dereng be. Ez bang li dewletê dikim; biaqil bin. Rêveberiya cewherî û parastina cewherî mafê me yê rewa ye, em dest ji mafê xwe bernadin. Di ti hiqûq, qanûn û baweriyan de êrişên wisa yên hovane tine ne. Banga min ji her kesî re ye; vê qêrînê bibihîzin, sibê dê dereng be. Bawer bikin serkeftina Botanê serkeftina tevahiya Kurdistanê ye.’’… Pakîze Nayir…
Her pêvajoya ku li Kurdistanê diqewime şopek li pey xwe dihêle. Ev şopên ku sal di ser wan re derbasdibin ji bo Kurdan dibin mîrateyek. Xwedîderketina li wan mîrateyan jî bedelên giranbiha dixwaze.
Sûr, Cizîr û Silopî… Navên van deveran di salên 2015 û 2016’an de bêtir di guhê Kurdan de deng veda. Dema îro jî behsa wan deveran tê kirin dilê hemû Kurdan jan dide. Her kêliyên wan rojan yek bi yek di hiş û bîra Kurdan de hê jî zîndî ne. Zarok, ciwan, pîr û kal bi hev re dîrokek nivîsandin. Hêvî, daxwaz û berxwedan li kolanên Kurdistanê gihiştin hev. Agirê azadiyê yê ku di dilê Kurdistaniyan de pêket, gav bi gav li Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Colemêrg, Şirnex, Êlih, Gimgim, Kop, Artemêt, Rêya Armûşê, Sûr, Farqîn, Lîce, Bazîd û Hîzanê belav bû. Gel li dijî serdestiya dewleta Tirk serî rakir û bi ragihandina Rêveberiya Xweser berxwedana xwe derxist asta herî jor.
Lê dewletê jî carek din hînbûnên xwe yên ji dîrokê li kolanên ku qêrîna azadiyê jê dihat dubare kir. Sûr, Cizîr û Silopî bûn armancên sereke û tiştên ku bi salan ji hêla hêzên veşartî ve dihat kirin, êdî eşkere ji hêla hêzên fermî, ango artêş û polîs, hêzên “taybet’’ yên dewletê ve hatin kirin. Asîmanên van deveran êdî reş û tarî bû. Her der mij û dûman bû. Dengê tank, top, bêtêl, helîkopter û postalên leşkeran tenê ji hêla Kurdan ve dihat bihîstin. Carek din tenê Kurd bûn şahidê hovîtiya li hemberî xwe, ji ber ku mirovahî di nava xeweke kûr de bû…
Gotinek heye êşa ku mirovan nekuje bi hêz dike. Hêrs û kîna mirovan a li hemberî dijminatiya ku navê wê li ti devera cîhanê nehatiye bihîstin mezin bû. Li wan kolanan bi hezaran çîrok hatin nivîsin. Çîrokên berxwedêran û têkoşeran… Çîrokên êş, kul û xemê. Hin çîrok di pirtûkan de hatin nivîsin û hin jî bi devkî hatin vegotin.
Li Botanê sê jinên berxwedêr Sêvê, Fatma û Pakîze
Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir… Xwediyên çîrokên berxwedanê. Her sê jinên rûken mîrateya Sakîne, Fîdan û Leylayê dewir girtin û bûn lêgerînvanên heqîqetê. Pakîze li Silopyayê, Sêvê li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê û Fatma jî li quntara Çiyayê Gabarê, li gundê Dûhokê ji dayîk bûye. Cihê ku lê ji dayîk bûn ji bo her sê jinan destpêka xwenaskirinê bû. Nasnameya jin û Kurdbûnê her sê jin ber bi lêgerîneke bê hempa ve bir. Jiyana ji rêze ne ligorî wan bû û pêdivî bi guherîneke bingehîn hebû. Nakokiyên ku hê di biçûktiyê de dest pê kiribûn, sal bi sal bi wan re mezin bûbûn. Her nakokî ji bo wan pirsek bû. Her bersiva pirsekê rê li ber wan vedikir. Ev rê rêyek dirêj bû, rêya lêgerîna rastiyan bû.
Pakîze kedkara tekoşîna gelê xwe bû
Pakîzeyê hê di biçûktiya xwe de barê malê girtibû ser xwe. Di 12 saliya xwe de dest bi karê tekstîlê kir û her demsala biharê jî bi malbata xwe re diçû bajarên tirkan û karkeriya demsalî dikir. Pakîze kedkar bû, karker bû û jinek ciwan a Kurd bû. Ev nasname tev, ji bo wê bûn sedema lêgerîna rastiyan. Pakîzeyê xwest pirsên xwe di nava tevgera azadiya jinan de bibersivîne û di nava xebatan de cih girt. Pakîze êdî bûbû karker û kedkara têkoşîna gelê xwe. Werêktî û zîrekbûn taybetiya wê bû û wisa jî dihat naskirin. Pakîzeya ku bûbû şahidê hemû serpêhatiyên jinên li derdora xwe, pêdivî bi rêxistibûna jinê didît. Ji ber vê jî her tim hewl dida ku xwe bigihîne hemû jinan. Di heman demê de jî parêzvana zimanê xwe bû û ji bo Pakîzeyê xwedî derketina li ziman bingeha jiyanê bû. Pakîzeyê rêxistinbûna jinê û xwedîderketina li ziman kiribû parçeyek ji jiyana xwe.
Jiyana Sêvê tekoşînek bê rawestan bû
Koçberî bû para Sêvê. Malbatê ji ber zilma dewletê axa xwe terk kiribû û berê xwe dabû bajarê tirkan Manîsayê. Sêvê hê di zaroktiyê de rû bi rûyê înkarkirina nasname, ziman û çandê mabû. Ji bo wê ew tişt nedihat qebûlkirin û diviyabû li dijî wê yekê bertekek nîşan bidaya. Bi vî rengî Sêvê biryara xwe da û tevlî xebatên jinan ên HADEP‘ê bû. Ev tişt ji bo wê qonaxa destpêkê bû. Rêwîtiya wê ya têkoşînê kolan bi kolan, navçe bi navçe û bajar bi bajar dom kir. Ji bo Sêvê westandin û rawestandin tinebû. Ji rûyê wê ti carî ken kêm nedibû, coş û kelecana xwe ti carî winda nekir. Di sala 2009’an de hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Li dijî tecrîdê di sala 2012’an de li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir û 68 rojan li ber xwe da. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat bi dawîkirin. Hemû qonaxên têkoşînê ji bo wê bûn tecrûbeyek. Sêvê ji girtîgehê derket, zend û bendên xwe badan û ji cihê ku mayî têkoşîna xwe domand. Berxwedana Botanê, sekin û hewldana jinên Botanê li ser Sêvê bi bandor bû. Sêvê biryara xwe da, berê xwe da warên germ yên têkoşînê, ber bi Botanê ve bi rêket.
Fatmayê bersivên xwe di têkoşînê de dît
Malbata Fatmayê jî wekî hezaran malbatên Kurd ji ber zextên dewletê neçar ma ku cih û warên xwe terk bike. Malbat li Şirnexê bi cih bû û li vir jiyanek nû afirand. Xewn û xeyalên Fatmayê bi koçberiyê re hilweşiyan. Ji bo Fatmayê koçberî ne ewqas hêsan bû. Ji ber ku koçberî ne tenê terkkirina cih û war bû, koçberiya ziman, çand, dîrok û hînbûnên pîr û kalan bû. Fatma wekî her ciwanekî Kurd hertim di nava lêgerînê de bû û di serê wê de hezar pirs û nakokî hebûn. Pêdiviya wê bi têkoşîna azadiyê hebû. Fatmayê xwest pirsên xwe di nava xebatên ciwanan de bibersivîne. Di sala 2000’î de li Şirnexê tevlî xebatên siyasî yên ciwanan bû. Bi hêz û moralê ciwantiyê li gelek bajaran xebat meşand. Fatma di sala 2009’an de hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Dema ku ji girtîgehê derket demildest berê xwe da Botanê. Ji bo wê Botan cihek taybet bû.
Lêgerîna heqîqetê ya her sê jinan li Silopyayê gihişt hev
Li Silopyayê di 14’ê kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî qedexeyê dewleta Tirk rêbaza xwe ya êrişê guhert. Zarokên dergûşê di himêza dayîkên xwe de can didan, cenazeyên wan li erdê diman. Dayîk li kolanan dihatin qetilkirin û cenazeyê wan li kolanê dima.. Li dijî hovîtiyê jî dengê berxwedêran bilind dibû, digotin û diqêriyan “Em teslîm nabin û serî natewînin.” Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakîze Nayîr û Aktîvîsta Kongereya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar, ji bo xwe bigihînin hewara gel berê xwe dan taxên qedexe. Di 4’ê Çileya 2016’an de dema ji taxekê derbasî taxa din dibûn, bûn armanca êrişa leşkerên dewleta Tirk û hatin qetilkirin.
Sê jinên têkoşer gelek tişt di wî temenê xwe yê kurt de bi cih kiribûn… Her yek ji cihekê bû, lê çîroka wan yek bû… Lêgerîna heqîqetê ya her sê jinan li Silopyayê gihişt hev. Di govenda berxwedanê de serkêşî kirin û bûn qêrîna jinên Silopyayê. Agirê azadiyê yê dilê wan heta dawiya temenê wan pêket, piştî bûn nemir ew agir geştir bû. Bi nêzîkatiyên xwe bi moral bûn, bi helwesta xwe wêrek bûn û bi gotinên xwe jî bi bandor bûn. Jiyan bi kenê xwe xweş kirin.
Nûdem Nûrhak
ÇAVKANÎ: NAWEYA JİN