NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina RêberêGelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 42’emîn de, berdewam dike.
Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê ku 21 salin li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilnd a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan, di roja 42’emîn de berdewam dike.
Li Kampa Mexmûrê ya girêdayî Herêma Kurdistanê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirn. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 21’emîn de ye.