NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk a dagirker doh li navçeya Amedê ya Licêyê gelek gundan dorpêç kirin, gef li welatiyan xwar û îşkence li gundiyan kir. Ev kiryarên artêşa tirk a dagirker nerazîbûn bixwe re anî, li ser torên sanal bi etîketa #LicedeİşkenceVar bi hezaran bertekên xwe anî ser ziman.
Doh li Licêyê navbera hêzên Gerîla û artêşa tirk a dagirker de şer rû dabû. Di vî şerî de gelek leşkerên dagirker birîndar bibûn û mirî jî hebûn. Dewleta tirk a dagirker ku derbên giran ji vî şerî xwaribû, birîndar û miriyên xwe bi helikopteran rakirin nexweşaneyan.
Li gor agahiyên bi dest ketin, piştî şer rawestiya eskeran têketin û derketina gundan girtiye û nehiştin gundî ji malên xwe derkevin û gefan li welatiyan xwar. Gundiyan ragihand ku leşkerên dagirker îşkence li wan kiriye.
Li ser torên sanal nerazîbûnê dijî wan kiryaran bi etîketa #LicedeİşkenceVar ket rojeva Tirkiyeyê.