EYN ÎSA – Şandeyek ji Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê serdana navenda Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê kir û piştgiriya xwe ji berxwedana QSD’ê re nîşan da.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Amîne Mizel bi navê şandeyê daxuyanî xwend û berxwedana QSD’ê ya li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li eniyên şer ên navçeya Eyn Îsayê silav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin dê jinên ciwan tev li berxwedana parastina herêm û destkeftiyên şehîdan bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê bi vê berxwedanê ji cîhanê re îsbat bikin ku jin dikare li eniyên şer parastina xaka xwe bikin.
Tê payîn ku tevlîbûna jinên ciwan li eniyên Eyn Îsayê li rex hêzên leşkerî, dê 7 rojan bidome.