AMED – Leşkerên Tirk ên dagirker li bejaiya gundên Cinezûr, Dêrxust, Huseynik û Mişirfa Licêya Amedê operasyonek dabûn destpêkirin. Operasyon didome. Di operasyonê de li gundê Mişirfê Azîze Bozkûş û hevjînê wê Mehmet Şah Bozkûş hatibûn destgîrkirin.
Piştî îfadeya wan Azîze Bozkûş hate berdan, Mehmet Şah Bozkûş jî bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hate girtin.