NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 44’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 10’an dewr girtî bû, di roja 46’an de ye.
Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin: “Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”
MEXMÛR
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan dest pê kir, dewam dike.
Çalakiya ku di 18’ê Kanûnê de li Komeleya Malbatên Şehîdan dest pê kir di roja 25’an de ye.
YEWNANISTAN
Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîdê di roja 8’an de ye.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê a Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê tê lidarxistin.