NAVENDA NÛÇEYAN –
Ekîbê bernameya “Mîsyona Taybet” a ku li qenala “Al Arabiya” weşanê dike, bi navê “Mijê şer li Qendil” xelekek nû çêkir. Ev bi serdana komek rojnamevan û amadekarên bernamê ji noqteyek hêzên Gerîllayên Kurdistanê yên ku li çiyayê Qendîlê re pêk hat.
Hilberînerên vê bernameyê armanc dikin ku armanc û sedemê şerê 40-salî yê di navbera PKK û arteşa Tirk de fêr bibin û wiha gotin”Rejîma Tirk zihniyeta înkar û şîdetê ku li ser Kurdan dide meşandin didomîne. Riya naskirina naverokên vî şerî û encamên wê di Çiyayên Qendîlê re derbas dibe.”
Di dema seredana ekîbê “Mîsyona Taybet” de li yek ji Cihên şervanên gerîla, nûçegihan Cuma Akaş ji Gerîla pirsî li ser daxwazên wan û sedema hatina wan a çiyayî, ji wî re çend şervan diyar kirin “heya ku siyaseta înkarê ya dewleta Tirk li hember me wekî Kurd hebe, wê çareseriya bi aştîyê ji bo pirsgirêka Kurd tune be. Pirsgirêka bingehîn ev e ku Tirkiye hebûna Kurdan nabîne û armanca wê tune kirina wan e.
Her wiha kesên Sivîl yên ku ekîb bi wan re civiyan, diyar kirin ku balafirên artêşa Tirk rasterast sivîl û gundan hedef digre. Tevî ku ew dizane ku gerîlla li nav gundan nîne, Gerîlla li Çiyayan dimînin.
Hêjayî gotinê ku dewleta Tirk a faşîst bi berdewamî gund û deverên sivîlan li Çiyayên Qendîl bombebaran dike, ku bû sedema koçberbûna bi sedan şêniyên gundan, û şehadeta bi sedan, di nav de zarok û jin.