NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî tecrîda ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan girtiyên azadiyê greva birçîbûnê ya ku dane destpêkirin di roja 46’an de berdewam dike.
Jinên ciwan ên welatparêz diyar kirin ku ew ê li hember tecrîd û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bêdeng nemînin, û ew ê îro li dijî tacîz, tecawiz û her cûre polîtîkayên şerê taybet ên faşîzmê yên li ser jinên ciwan têbikoşin.
Jinên ciwan ên welatparêz ên li Mersînê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdem û dawî li tecrîdê, li Taxa Azadî ya Mersînê karê nivîsandinê kirin.
Jinên ciwan ên welatparêz destnîşan kirin ku têkoşîn bi şikandina tecrîdê ye, bi nivîsandina “Dawî li Tecrîdê”, Bijî Serok APO “,” Bijî Berxwedana Zindana “berxwedana zîndanê derxistin kolanan.