BARÎN BAWER/ NUÇECIWAN/ HERÊMÊN PARASTINA MEDYA
Gerîlayên azadiya Kurdistanê behsa tekoşîn,berxwedanî û serî netawandina heval Sara ya li hember dijmin kir û got emê xwedî li armanca hersê hevalan derbikevin û bi Rêber APO re azad jiyan bikin.
Gerîla Derya Rojhilat di axaftina xwe de anî ser ziman ku; “Qetlîama li Parîsê çêbûye di şexsê heval sara de êrîşekî li hember hemû jinan û rêbertî bû, êrîşekî li hemberî pergala jin bû. Ji ber ku heval sara yekemîn jina ku di demezrandina partiya karkerê kurdistan PKK de amade bû û bi wê rihê ve erk û berpirsiyartiyên mezin girt ser milê xwe. Di kesayeta heval sara de kesayeta jina azad dihate dîtin ev jî bû sedem ku bibe hedefa dijminan”.
Herwiha Derya Rojhilat behsa tekoşîn, berxwedanî û îsyana heval sara dike û dibêje; “wekî ku heval Sara bi xwe jî tîne ser ziman jiyana heval Sara hertim şer bû, li hemberî faşîzm û dagirkeriya ku li ser ax, welat, çand û exlaqê me tê meşandin bi sekna xwe ya çiyayî ve di riya haqîqat û azadiyê de heta dawî berxwedan û tekoşîn hilbijart. Em jî wekî jinên ciwan erka ku dikeve ser milê me emê pêk bînin, ji bo xwe kesayeta heval Sara nimûne digrin, emê ji kesayeta jina azad ya heval Sara û rihê wê yê berxwedêr ve, li hember faşîzma heyî tekoşîn û berxwedaniyê bikin”.
Derya Rojhilat bal kişand ser êrîşên ku li ser jinên ciwan tê kirin û got; “di kesayeta leyla şaylemez de jinên ciwan hatin hedef girtin, yê ku ji civakê re pêşengtiyê dike jinin, yê ku vê berxwedaniyê mezin bike û jê re pêşengtiyê bike jî jinên ciwanin. Di Kurdistanê de her roj êrîş li ser jin tên kirin û dixwazin jinan parçe bikin, ji ber ku ji fikir û îdeolojiya jin acizin di heman demê de dixwazin jinên ciwan bitepisînin lê jinên ciwan berxwedêrin, serî natewînin û ji xwe re kesayeta berxwedêr yê heval SARA, ROJBÎN û RONAHÎ esas digrin”.
Di berdewamiya axaftina xwe de Derya Rojhilat behsa berxwedaniya ku heval sara li zîndanên amedê kiriye û got; “heval Sara berxwedaniya ku jinên Dersîmê di katlîama ku li ser Dersîmê hatiye kirin de tu carî ji bîra nekir û li ser wî esasî di zîndana amadê de bê ku teslimiyetê nas bike li berxweda û tekoşîn kir. Heval Sara ne li Dersîmê ne li zîndana Amedê û ne jî li Parîsê tu carî serî tawandin nas nedikir”.
Derya Rojhilat di dawiya axaftina xwe de anî ser ziman ku; “her çiqas dijmin ev katlîam pêk anîbe jî di şerê ku îro li Haftanîn û li Kurdistanê çêdibe de em dibînin ku bi hezaran Sara derketine, rihê Sarayan zindî dikin û bi fikir û felsefeya Rêber APO jiyan dikin. Wekî gerîlayên azadiya kurdistanê emê tola hersê hevalên şehîd bigrin, jiyan û kurdistaneke azad ava bikin. Emê xwedî li armanca rê hevalên xwe derbikevin û bi Rêber APO re azad jiyan bikin”.